Hêviyên ji cejnê yên xelkê Kobanê

Şêniyên bajarê Kobanê hêviyên xwe ji Cejna Qurbanê anîn ziman û got ew ê bi mafên xwe û zimanê xwe bijîn.

Hêviyên ji cejnê yên xelkê Kobanê
28 gulan, 2026   12:41
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên bajarê Kobanê hêviyên xwe yên ji Cejna Qurbanê ji ajansa me re anîn ziman.

Sebah Hemo Cejna Qurbanê li Rêber Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê û malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Hêviyên me jiyaneke xweş, bi rûmet û azad e. Ji koçberî, birîndarî, şehîdbûn û dilşewatiyê re êdî bes e. Ji 2014‘an heya niha em li hemberî dijin li ber xwe didin û têkoşînê dikin. Em dixwazin gelê Kurd jî mîna pêkhateyên din mafên xwe bi dest bixe."

Cîhan Bozan diyar kir ku “bi hezaran dayik, bav, zarok û hevjînên dilşewat hene” û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi salan e dijmin mafên me Kurdan binpê kirine û dixwaze hebûna me tune bike. Em jî dibêjin êdî bes e ji vê bêmafiyê re. Em mafên xwe dixwazin û dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Hêviya me ew e ku em gelê Kurd bigihêjin azadî û mafên xwe."

Zekî Ehmed Cimo jî da zanîn ku ji salan ve gelê Kurd li hember bêheqiyê li ber xwe dide û got: “Gelê Kurd tu carî ji dijin re serî netewand û natewîne jî. Em xwedî hêz in. Em ji hêza xwe bawer in. Em ê hebûna gelê Kurd di cîhanê de îsbat bikin.  Em Kurd serbilind in. Em bi têkoşîna xwe mafên xwe mîsoger bikin. Dijmin her tim dixwaze gelê Kurd tune bike. Weke em dizanin beriya çend roja hikumeta demkî het Kobanê û tayînkirin nûnerên Meclisa Gel çêkir, lê Kurd tê de nebûn. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê bi azadiya xwe û bi zimanê xwe yê kurdî bijîn.”

Zekî destnîşan kir ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin û xeyalên wan bi cih bînin.

(bb)

ANHA