Çalakvanek Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin

Rejîma Îranê ya li ser çalakvan û azadîxwazan jî zêdebûye. Di vê çarçoveyê de welatiyek din yê xelkê gundê So yê li sînorê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û berbi cihek nediyar ve hate birin.

Çalakvanek Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin
12 îlon, 2024   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê ragihandî, çalakvanê parastina jîngehê Umêd Rostem Pûr yê ji gundê So ya ser bi bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê piştî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate bang kirin, hate binçavkirin.

Hate diyarkirin ku piştî Umêd Rostem hate binçavkirin berbi cihek nediyar ve hate birin û hîna çarenûsa wî nayê zanîn.

Umêd Rostem Pûr li gel çalakvaniya di warê jîngehê de, her wiha di warê parastina mafê jinan û fêrkirina zimanê Kurdî de jî çalak bû.

Hêjayî gotinêye ku di 16’ê Îlona salal 2022’yan de bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ yên rejîma Îranê ve, Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir û li seranserê cîhanê berbelav bû. Di xwepêşandanên serhildanê de bi sedan çalakvan û welatiyên sivîl ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin û bi dehan jî hatin darvekirin. Hîna jî gef û zextên rejîma Îranê li ser çalakvan û azadîxwazan berdewamin.