Dagirkeran rojavayê Til Temirê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvê şevê, rojavayê bajarê Til Temirê topbaran kir.

Dagirkeran rojavayê Til Temirê topbaran kir
3 gulan, 2024   08:37
HESEKÊ

Nûçegihanê me li bajarê Til Temirê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvê şevê, gundê Til Tawîlê yê rojavayê bajarê Til Temirê bi çekên giran topbaran kiriye.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundên kantonên Minbic, Efrînê û Şehbayê topbaran kiribû û d iencamê de şênî birîndar bûbû û zirarên madî li mal û malkên wan hatibû.

(şx)

ANHA