Rejîma Îranê kesekî din darve kir

Cezayê darvekirina xwepêşanderekî ku beşdarî xwepêşandanên vê dawiyê yên gelên Îranê bibû, hat bicihanîn.

Rejîma Îranê kesekî din darve kir
15 tîrmeh, 2026   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya ser bi deshilata dadwerî ya rejîma Îranê, Mihemed Emînî Dîhaqanî ku yek ji xwepêşanderên nerazîbûnên vê dawiyê yên gelên Îranê bû, hatiye darvekirin.

Li gorî çavkaniyê cezayê darvekirinê bi hêceta ku Mihemed Emînî Dîhaqanî agir berdaye avahiya qeymeqamtiyê hatibû dayîn û îro hatiye bicihanîn.