Rejima Îranê cezayê girtîgehê li Kurdek din birî

Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Nexed bi tometa ‘propagandaya li dijî desthilatê’ ji aliyê dadgeha Îranê ve cezayê 18 mehan yê girtîgehê lê hat birîn.

Rejima Îranê cezayê girtîgehê li Kurdek din birî
5 ÇILE, 2025   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand welatiyek Kurd yê bi navê Selam Azer yê xelkê Nexede, ji aliyê Liqa 1 a Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê ve bi tometa ‘endamtiya komek dijberên Îranê û propagandaya li dijî desthilatê’ cezayê 18 meh girtîgeh lê hat birîn.

Selam Azer di cotmeha 2024’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.