Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsa El Ehmed dema erka xwe bi cih dinî li Minbicê şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
5 ÇILE, 2025   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şehadetê endamê xwe Îsa Hesen El Ehmed de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, endamê Hêzên Operasyonan ên kantona Tebqayê Îsa Hesen El Ehmed dema erka xwe ya parastina ax û gelê xwe pêk dianî 8ˈê Kanûna 2024ˈan li kantona Minbicê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Îsa re hat xwestin û ta pêkanîna edalet, rûmet û azadiyê de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Îsa El Ehmed

Navê dê: Necma

Navê bav: Hesen

Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa. 01.01. 2002

Dîroka tevlêbûnê: 04.03. 2023

Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 08.12-2024

(bb)