21 partî û rêxistinan dijî şeklê diyarkirina nûneran bertek da: Vîna pêkhateyan nîşan nade

21 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî proseya diyarkirina endamên parlementoya Sûriyeyê rexne kir û diyar kir ku mekanîzmayên hatine bikaranîn vîna gelê Kurd û pêkhateyên herêmê nîşan nadin û bingehê ji bo proseya siyasî ya demokratîk ava nakin.

21 partî û rêxistinan dijî şeklê diyarkirina nûneran bertek da: Vîna pêkhateyan nîşan nade
25 gulan, 2026   12:53
QAMIŞLO

21 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê der barê diyarkirina endamên parlemantoyê (ku hikumeta demkî jê re dibêje Meclisa Gel) de daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser hat dayîn. 

Rêvebera Ofîsa Jinan a Meclisa Cîbicîkar a Partiya Kesk a Demokrat Delal Haşim bi zimanê kurdî û sekreterê giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo jî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Me bi baldarî rûdanên der barê temamkirina avakirina Meclisa Gel a Sûriyeyê (parlamento) de şopandin ku bi rêya tayînkirina endaman û mekanîzmaya dabeşkirina kursî û rêjeyên ji bo gelê Kurd li Roiavayê Kurdistanê hatine veqetandin, pêk hat. Me berê jî helwesta xwe bi awayekî zelal ragihandibû ku em tev li vê proseyê nabin; ev yek jî ji baweriya me tê ku mekanîzmayên hatine bikaranîn vîna gelê Kurd û pêkhateyên herêmê nîşan nadin û bingehê ji bo proseya siyasî ya demokratîk a rastîn ava nakin. Li hember encamên hatine ragihandin û mekanîzmaya tayînkirinên ku qewimîn, em teqez dikin ku ev kes tenê nûnertiya xwe dikin.

Gelê Sûriyeyê ji bo pêkanîna sîstemeke demokratîk û nûnertiya dadperwer ji bo hemû nasnameyên neteweyî, etnîk, olî û jinan qurbanî dane. Her wiha gelê me yê Kurd pir ji polîtîkayên dûrxistin û înkarê kişandiye û di şoreşa Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê de ji dayîna qurbaniyan herî giran dudil nabe. Lê tiştê ku qewimî careke din nêzîkatiya dûrxistin û marjînalbûnê aşkera kir ku ev yek bi rêya tayînkirina çend kesayetan bi şêwazekî bijartî pêk hat. Ev yek jî li dijî prensîbên herî bingehîn ên demokrasî, dadperwerî û şirîkatiyeka nîştimanî ya rastîn e.

Em teqez dikin ku ev polîtîka, hişmendiya desthilatdariya navendî û rêbazên wê yên klasîk nû dikin. Her wiha berdewamiya karkirina bi qanûn û rênimayên awarte îspat dikin, lê bi amûr û mekanîzmayên nû yên ku hewl didin rengê rastîn bidin proseya siyasî, ew jî bi rêya sindoq û rêbazên ku rûmet û rewatiya meşrûbûna wan a gel nîn e. Di heman demê de, ev yek berdewamiya projeyên guhertina demografîk e, bi rêya tayînkirina kesên ji “Erebên Xemer” di lijneyên dengdêran de û her wiha tayînkirinên wekî nûnerê devera Serêkaniyê. Avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nûjen ku li ser bingeha sirîkativeke rastîn û naskirina dualî di navbera hemû pêkhateyên wê de be, bi polîtîkayên dûrxistina tayînkirina ji jor ve nayê qebûlkirin; belku bi rêya proseyeke siyasî ya nîstimanî û giştî pêkan e, ku nûnertiya dadperwer û vîna azad ji bo hemû sûriyeyiyan garantî bike.

Em di partî û hêzên ku li jêr daxuyaniyê îmze kirine de teqez dikin ku divê xebat ji bo lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya sûriyeyî ya rastîn were kirin ku tê de nûnerên rasteqîn ên hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bibin, da ku nexşerêyekê ji bo vê qonaxa derbasbûnê amade bikin û amadekarî ji bo hilbijartinên azad, dadperwer û şefaf bikin ku daxwazên sûriyeyiyan bîne ziman. Her wiha avakirina lijneya amadekirina destûrê, ku di bin şert mercên niha de di serê lîsteya pêşiyên nîştimanî de cih digire. Ev hemû ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ne.”

(bî)

ANHA