Rejîma Îranê çalakvaneke Kurd destgîr kir

Çalakvana mafên jinan Mehsa Zareî li Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat destgîrkirin.

Rejîma Îranê çalakvaneke Kurd destgîr kir
26 gulan, 2025   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a HRNA’yê, duh çalakvana mafên jinan a bi navê Mehsa Zareî ya ji Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hat destgîrkirin û birin cihekî nediyar.

Hate gotin ku hêzên Îtlaetê bêyî fermana dadger bi ser mala wê de girtiye, tundî lê kiriye û piştre destgîr kirine.

Beriya niha jî Mehsa Zareî ji ber tev li pîrozbahiyên Newrozê bûbû, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû lêpirsînkirin.

Hêjayî gotinê ye, di 4 mehên destpêkê yên îsal de li Rojhilatê Kurdistanê 320 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine bangkirin an jî destgîrkirin. Ji wan zêdetirî 20 jin in.