Ji bo zarokên şehîdan şahiyek hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê şahiyek ji bo zarokên şehîdan li dar xist. Di şahiyê de de çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin û diyarî li zarokan hatin belavkirin.

Ji bo zarokên şehîdan şahiyek hat lidarxistin
Ji bo zarokên şehîdan şahiyek hat lidarxistin
Ji bo zarokên şehîdan şahiyek hat lidarxistin
Ji bo zarokên şehîdan şahiyek hat lidarxistin
Ji bo zarokên şehîdan şahiyek hat lidarxistin
26 gulan, 2025   14:51
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Kampanyaya Xêrxwazî ​​ya Newrozê ya ji bo Zarokên Şehîdan li Rojava û Însiyatîfa Destên Kurdên Ewropayê şahiyeke taybet ji bo zarokên şehîdan li dar xist.

Şahî li Kafeteryaya Cûdî ya bajêr bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan hat lidarxistin.

Di şahiyê de dîlan hatin pêşkêşkirin û zarokên şehîdan û malbatên wan dîlan girt.

Her wiha di dawiya şahiyê de hin diyarî li zarokên şehîdan hatin belavkirin.