Di êrişa DAIŞ'ê de şivanek hat kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li devera li rojhilatê Reqayê ya di bi din kontrola hikumeta Şamê de, şivanek hat kuştin û 300 sewal telef bûn.

Di êrişa DAIŞ'ê de şivanek hat kuştin
4 tîrmeh 2024   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Bohemed a li rojhilatê Reqayê ya di bin kontrola hikumeta Şamê dex, êrişek pêk anî. Di encamê de şivanek hat kuştin û şivanekî jî winda ye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku her wiha nêzî 300 sewal telef bûne.

SOHR'ê da zanîn ku di encama êrişên leşkerî yên li çolistana Sûriyeyê de ji destpêka 2024'an ve, 450 kes hatine kuştin. Ev bîlanço ya 156 êrişên DAIŞ'ê yên li dijî deverên cuda yên çolistana Dêrazor, Reqa û Himsê ye.

(mh)