Li Xezayê hejmara kuştiyan gihaşt 38 hezarî

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara mirovên ji destpêka şerê Îsraîl-Hemasê ve hatine kuştin, 38 hezarî derbas kir.

Li Xezayê hejmara kuştiyan gihaşt 38 hezarî
4 tîrmeh 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ji 7’ê Cotmehê ve di encama êrişên Îsraîlê de 38 hezar û 11 kes hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava 24 saetên dawîn de herî kêm 58 kes hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku ji destpêka şer ve (7 Cotmeh 2023) ve li Şerîda Xezayê 87 hezar 445 kes birîndar bûne.

Hemas di daxuyaniyên xwe yên têkildarî kuştî û birîndar de, sivîl û çekdaran ji hev cuda nake.