Bîranîna 26 gerîllayan di roja duyemîn de didome

Bîranîna 26 gerîllayên YJA-STAR û Yekîneyên Parastina Gel (HPG) ên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê, di roja duyemîn de didome.

Bîranîna 26 gerîllayan di roja duyemîn de didome
Bîranîna 26 gerîllayan di roja duyemîn de didome
Bîranîna 26 gerîllayan di roja duyemîn de didome
Bîranîna 26 gerîllayan di roja duyemîn de didome
Bîranîna 26 gerîllayan di roja duyemîn de didome
Bîranîna 26 gerîllayan di roja duyemîn de didome
Bîranîna 26 gerîllayan di roja duyemîn de didome
Bîranîna 26 gerîllayan di roja duyemîn de didome
15 cotmeh, 2026   10:38
QAMIŞLO

Bîranîna 26 gerîllayên YJA-STAR û Yekîneyên Parastina Gel (HPG) ên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ku di demên cuda de li Qadên Parastina Medyayê şehîd ketine, li bajarê Qamişloyê di roja duyemîn de didome. Bîranîn li Stadyûma Heysem Kiço pêk tê.

Malbatên şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namirin”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” û wêneyên zarokên xwe hatin qada bîranînê. Rêveber û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, gelê li Stadyûmê bi coşek mezin malbat pêşwazî kirin. Her wiha gelê herêmê diherike stadyûmê.

Îro gel û saziyên bajarên din ên Rojava û bajarê Qamişloyê, kesayetên olî, xwendekar û mamoste serdana konê bîranînan dikin û ji hêla malbatên şehîdan ve tên  pêşwazîkirin.

Dê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li ser navê pêkhateya Ereb, Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, meclîsên bajarên Dêrik, Dirbesiyê, Girgê Legê, Çilaxa, Hesekê axaftin bên kirin. Her wiha li ser navê eşîrên Ereb ên Til Hemîsê jî dê axaftinek bê kirin.

Dê sînevîzyona bi navê “Sînevîzyona Çiyayên Azad” bê nîşandan.

Di dawiyê de dê bawernameyên şehîdan bên xwendin û radestî malbatan bê kirin.

(bî)

ANHA