Sedhezaran kesan peyama Rêber Apo bi dirûşmeyan pêşwazî kir

Li Kurdistan û Ewropayê sedhezarên kesên li qadan kom bûn, peyama Rêber Apo ya bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” pêşwazî kir.

Sedhezaran kesan peyama Rêber Apo bi dirûşmeyan pêşwazî kir
Sedhezaran kesan peyama Rêber Apo bi dirûşmeyan pêşwazî kir
Sedhezaran kesan peyama Rêber Apo bi dirûşmeyan pêşwazî kir
Sedhezaran kesan peyama Rêber Apo bi dirûşmeyan pêşwazî kir
Sedhezaran kesan peyama Rêber Apo bi dirûşmeyan pêşwazî kir
Sedhezaran kesan peyama Rêber Apo bi dirûşmeyan pêşwazî kir
Sedhezaran kesan peyama Rêber Apo bi dirûşmeyan pêşwazî kir
Sedhezaran kesan peyama Rêber Apo bi dirûşmeyan pêşwazî kir
27 sibat, 2025   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, ji aliyê şandeya DEM Partî ve ji raya giştî re hat eşkerekirin. 

Peyam, li bajarên Wan û Amedê bi kombûnên navendî, ji ekranên mezin hat temaşekirin û guhdarkirin.

Piştî xwendina peyamê, girseyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” berz kirin.

Li başûrê Kurdistanê jî peyam li Silêmanî, Wargeha Paneberan a Maxmûrê (Ş. Rustem Cudî), Şengalê ji ekranên mezin û bi girseyî hat guhdarkirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji Dêrikê heta Helebê li 8 navendan peyam li meydanan ji aliyê deh hezaran kesan ve hat guhdarkirin. Li her navendekê peyam bi dirûşme û tîlîliyan hat pêşwazîkirin.

Bi heman rengî li gelek navendên Ewropayê jî bi hezaran kesan peyam ji ekranên mezin guhdar kir.