Rapora meha nîsanê ya KCDP’ê: 45 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora meha Nîsanê ya KCDP’ê li bakurê Kurdistan û Tirkiyê 45 jin hatine qetilkirin ji wana 13 bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Rapora meha nîsanê ya KCDP’ê: 45 jin hatin qetilkirin
5 gulan 2024   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma em ê kuştina jinan rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Nîsanê eşkere kir. Li gorî raporê di meha nîsanê de 45 jin hatin qatilkirin, 13 ji wan bi gumanbarî mirin.

Di raporê de hate ragihandin ku di meha Nîsanê de ji 32 jinên hatin qatilkirin, 19 jê ji aliyê mêrên pê re zewicî bûn, 5 jê ji aliyê mêrê pê re bûn, 3 jê ji aliyê xizmên xwe, 2 jê ji aliyê kesekî nasê wan, yek jê ji aliyê bavê xwe, yek ji aliyê birayê xwe, yek ji aliyê kurê xwe ve hatin qetilkirin.

Li gorî raporê 18 jin li mala xwe, 4 jin li kolanan, 2 jin li qadên cemaweriyê, jinek li hundirê wesayitê, jinek li zeviyê, jinek ji cihekî dûr, jinek li otelê, jinek li kadînê hatin kuştin. 18 jin jî nehate tespîtkirin bê bi kîjan bahaneyan hatin qatilkirin.