Hemas: Di dan û standinên li Qahîreyê de tu pêşketin çênebûn

Çavkaniyekî Hemasê diyar kir ku  di dan û standinên agirbesta li Xezayê ku duh li Qahîreyê pêk hatibû de "Tu pêşketin çênebûne".

Hemas: Di dan û standinên li Qahîreyê de tu pêşketin çênebûn
5 gulan, 2024   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî Hemas diyar kir ku di dan û standinên ku duh li Qahîreyê ji bo agirbesta li Xezayê hatinbûn pêkanîn de "Tu pêşketin çênebûne". 

Li gorî malpera CBS, tora nû ya dan û standinan wê îro (Yekşemê) dest pê bikin. Di nûçeya CBS’ê de hate ragihandin ku şandeya Hemasê li Qahîreyê da ku têkildarî agirbestê bi Îsraîlê re gotûbêj bike.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh ji tora nûçeyan a Amerîkayê re gotibû, "Dawîya şer bi dawîbûna Hemasê re tê."

Rayedarekî Hemasê diyar kir ku Hemasê duh (Şemiyê) ragihand ku heke lihevkirin bi awayekî aşkera şer ranwestîne tunebe, hingî Hemas lihevkirina agirbestê qebûl nake. Rayedarê Hemasê,  serokwezîrê Îsraîlê Binjemîn Netanyahu tawanbar kir ku ’ji ber hesabên xwe yên şexsî’ hewldanên agirbestê asteng dike.

(bb)