‘Fedakariya şehîdan li her kesî ferz dike welat biparêze’

Li dijî gef û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dayika şehîd Agirî Hesekê bal kişand ser girîngiya seferberiya giştî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û QSD’ê ve hatiye ragihand û got fedakariyên şehîdan li her kesî ferz dike bersivê bide banga parastina welat.

‘Fedakariya şehîdan li her kesî ferz dike welat biparêze’
3 kanûn, 2024   05:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) seferberiya giştî ragihand. QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rewşa niha ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha bo hemû gelê Sûriyeyê dîrokî ye û tekezî li ser girîngiya berxwedana li dijî planên qirkirinê yên li ser şêniyên Şehba û Helebê kir.

Der barê mijarê de Fatima Hisên a dayika şehîd Agirî Hesekê (Şerîf Mêrdînî) ku di dawiya sala 2013’an de li Girkê Legê şehîd bûbû, axivî û banga bersivandina seferberiya giştî kir.

Fatia Hisên got her çi qas êriş zêde bibin jî berxwedana gel nayê şikandin û wiha domand: "Gelê me yê ku zêdetirî 12 hezar şehîd dane, têk naçe. Dem hatiye ku xort û jinên me ji bo parastina xak û gelê xwe çekan hilgirin.”

Fatima Hisên diyar kir ku kombûna li dora QSD’ê û piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Şehbayê erkeke nîştimanî ye.

Her wiha Fatimayê berxwedana şêniyên wan herêman silav kir û hêviya xwe ya serketinê û pêkanîna armancên şoreşê anîn ziman û got seferberiya giştî pêwîstiyeke lezgîn e.

Fatma Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gelê ku şehîd dane dê têk neçe, dê heta serketinê li ber xwe bide.”

(k)

ANHA