Ragihandina Îsraîlê: Misr ji bo agirbestê navbeynkariyê dike

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê ragihand ku Misr ji bo pêkanîna agirbestê li Lubnanê têkiliyên dîplomasî dike. Girêdayî rojnameyeke Lubnanê da zanîn ku berpirsên Misrê gotibû ku Îsraîl hewl dide başûrê Beyrûtê birûxîne.

Ragihandina Îsraîlê: Misr ji bo agirbestê navbeynkariyê dike
6 cotmeh 2024   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê ragihand ku Misr hewl dide agirbestê di nêzîktirîn dem de li Lubnanê pêk bîne, ji bo wê jî ew têkiliyên dîplomasî dike.

Rojnameya Israel Hayom da zanîn ku Misr ji encamên piştgiriya Amerîkayê ya li dijî Hizbullah ditirse, nexasim ku gengazî heye Îsraîl êrişên xwe di 2 hefteyên bê de girantir bike.

Girêdayî wê rojnameya El Exbar a Lubnanê da zanîn ku berpirsên Lubnanê gotibû ku Îsraîl hewl dide başûrê Beyrûtê birûxîne.

 Di çend rojên dawî de artêşa Îsraîlê derbe û êrişên giran li dijî deverên başûrê Beyrûtê pêk anîn.

(mh)