Rageşiya Tengava Hurmizê digihîje asteke krîtîk

Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku wê bersiva êrîşîn xwe li dijî DYA’yê derxin asteke jortir û li Tengava Hurmizê qadeke ji bo ketin û derketinê qedexe îlan bikin.

Rageşiya Tengava Hurmizê digihîje asteke krîtîk
7 îlon, 2026   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şer û rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rejîma Îranê de li Kendava Basrayê û Tengava Hurmizê digehîje asteke krîtîk.

Rêveberên her du welatan bi daxuyaniyên tund gefên du alî didomînin. Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, bal kişand ser êrişên DYA’yê yên li ser keştiyên wan û got: “Pêwîste Amerîka fêm bike ku dema bersivdana hevsengî bi dawî bûye. Her cure destwerdan an gefa li ser ewlehî û berjewendiyên Îranê wê bi bersiveke lezgîn, girantir û êşdartir re rû bi rû bimîne.”

Her wiha fermandarê berê yê Pasdaran Muhsin Rizayî diyar kir ku ew dê li dora Tengava Hurmizê herêma qedexekirî îlan bikin. Rejîma Îranê ji bo kontrolkirina bazara hundirîn bihayê benzînê ji sedî 100 zêde kir.

CENTCOM

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) jî ragihand ku ew li Tengava Hurmizê destwerdan û dorpêça li ser keştiyên petrolê yên Îranê berdewam dikin. Rayedarên CENTCOM’ê gef li Pasdaran xwarin û balkişandin ser van xalan: “Heke hûn guleyan li keştiyên me reşînin, hûnê bedeleke aborî ya sê qatî bidin. Emê di tunekirina fîloya petrolê ya Îranê de dudil nebin.”

Serokdewletê DYA’yê Turmp jî di daxuyaniyek çapemeniyê de got ku ew di şer de serketine û Îran ji ber pêdankirinên wan ên aborî di qeyraneke gelek kûr de ye. Trump da zanîn ku dê pêdankirin berdewam bikin.