Rageşiya Îran-DYA: Herdu aliyan êriş pêk anîn

Îran ragihand ku wê li dijî êrişên Amerîkayê yên li başûrê welat, baregeheke amerîkî kiriye armanc. Kuweytê jî ragihand ku wê berisva êrişên bi moşek û dronan daye. Ji ber rageşiyê petrol dîsa biha bû.

Rageşiya Îran-DYA: Herdu aliyan êriş pêk anîn
28 gulan, 2026   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berbanga îro li herêma Kendavê carek din rageşiya leşkerî di navbera Îran û DYA‘yê de derket.

Rayedarekî amerîkî ragihand ku hêzên Amerîkayê 4 dronên îranî li nêzî Tengava Hurmuzê anîne xwarê, her wiha stasyona kontrolê ya erdî ya dronan a li bajarê Bender Ebas ê peravên başûrê Îranê kirine hedef. Rayedar ev wekî bi "Operasyoneke parastinê ya pêşgirtinê ku armanc jê parastina agirbesta sisît" bi nav kir.

Çend saet piştî êrişa hêzên DYA‘yê, artêşa Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyek ragihand ku hêzên wê berbanga îro saet di 04.50‘an de li baregehekeka amerîkî ya ku êriş baregeha nêzî balafirgeha Bender Ebasê kiribû, xistiye. Lê di daxuyaniyê de baregeha hedefkirî û encamên bombebarankirinê nehatin diyarkirin.

Artêşa Kuweytê jî ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî bersiva êrişên mûşekî û dronên dijber dane, lê agahiyên zêdetir nehatin belavkirin.

Dezgeha Radio û Televîzyonê ya Îranê jî da zanîn ku hêzên Îranê hişyarî da 4 keştiyan ku hewl didin bêyî hemahengiya wê Tengava Hurmuzê derbas bikin. Dezgehê îşaret pê kir ku keştiyan guh nedan hişyariyên pêşîn, lê piştre hatin neçarkirin ku vegerin.

Ji ber vê rageşiyê, nixê petrola cîhanî îro dîsa bilind bûn. Di vê çarçoveyê de nirxê bermîla petrola Brent a xam ji sedî  bi qasî 2 zêde bû û gihîşt 96.13 dolarî. Di heman demê de petrola West Texas Intermediate jî ji sedî 1.75 zêde bû û gihîşt 90.23 dolarî ji bo bermîlekê.

Ji rayedarên payebilind ên Hêzên Deryayî yên artêşa Pasdaran a Îranê Mûhammed Ekberzadeh duh ji ajansa Tasnîm a Îranê re got: "Ji ber lawaziya dijmin, îhtimala şer kêm e."

 Rêveberiya Tehranê her wiha ragihand ku li gel hevdîtinên dîplomatîk ew ji êrişeke gengaz re jî amade ne.

(bb)