El Mecalî: Li Xeza û Lubnanê şerê DYA-Tehranê yê bi wekîlan heye

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî û kar û barên Îranê Îyad El Mecalî diyar kir ku rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de li qeraxê ye. El Mecalî di heman demê de destnîşan kir Li Xeza û Lubnanê şerê DYA-Tehranê yê bi wekîlan heye.

El Mecalî: Li Xeza û Lubnanê şerê DYA-Tehranê yê bi wekîlan heye
27 îlon, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî û kar û barên Îranê yê zanîngeha Mûite ya Urdunê Dr.Îyad El Mecalî têkildarî rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ji ajansa me re axivî û got: "Ji êrişên Hizbullahê û Îsraîlê li Lubnanê, şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de li Xezayê, diyar dibe ku bûyer bi lez rû didin. Em dikarin bi şerê wekaletê bi nav bikin ku Tehran û Washington li şûna ku rasterast şerê hev du bikin. Lê baldar in ku şer firehtir nebe û veneguhere şerekî herêmî yê mezin ku lêçûna wê ya siyasî giran e."

El Mecalî destnîşan kir ku Washington û Îran vî şerî û hevkêşeyên bersivandinê yên ku li gorî perspektîfên herêmî yên DYA û Îranê li herêmê hatine çarçovekirin, bi kar tînin.

Li gorî El Mecalî, Îran naxwaze li Lubnanê rasterast şerê Îsraîlê bike yan jî bikeve nav şerekî herêmî ya ku encam ne diyar û naxwaze baskên wê yên li Lubnanê, Yemenê, Xeza, Iraq û heta Sûriyeyê êrişan bikin ku bi awayekî duqat wê şermîn bikin.

El Mecalî wiha domand: "Îran, ji bo ku destkeftiyên siyasî bi dest bixe, fişarê li DYA û civata sivîl dike da ku berjewendiyên din li herêmê bi dest bixe, cezayên aborî yên li ser bi dawî bike û vegere lihevkirina nukleerî. Di çareserkirina vê rewşê û geşedanên rageşiyê de stratejiya li qeraxê bi kar tîne."

El Mecalî ev li gotinên xwe zêde kir: "Hizbullah çarçoveya herêmî ya heyî ya êrişan fêm dike. Ji ber wê, bi moşekan bi awayekî sînordar êriş Îsraîlê dike. Bersiva giran a Îsraîlê tehemul dike."

El Mecalî diyar kir ku êriş û bersiv dê kontrolkirî bin ku ji aliyê Washingtonê û Îranê ve tên birêvebirin û dê bi rêya wekîlan bin û nagihêje şerekî giştî ya herêmî.

El Mecalî di dawiyê de got: "Heke ev rageşî dirêj bike û Îsraîl derbasî nava Lubnanê û Xezayê bû, wê demê armanca duyamîn a Îsraîl û Amerîkayê piştî Xezayê dê Lubnan û Hizbullah be. Ji ber ku ev armanc ji bo Îsraîlê, stratejîk e. Divê ji vê kabûsê xilas bibe, bi wê neynokên Tehranê dibire û kaxiza filistînê ji dosya û stratejiya Îranê ya li herêmê dikişîne."

(şx)