Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn

Fermandar Şiyar Efrîn perwerdeya xwe ya destpêkê ji Rêber Abdullah Ocalan digre û dest bi meşa xwe ya şoreşê dike. Li lûtkeyên çiyayên Cîlo, Çarçela û Çemço geriya. Xwedî taybetmendiyên têkoşîna apoyî bû. Di şert û mercên herî dijwar de erkên xwe bi cih anîn.

Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
Fermandarekî bi israr: Şiyar Efrîn
27 îlon, 2024   05:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Fermandar û yek ji pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Şiyar Efrîn 30 sal bê navber, bi rihekî fedayî tê koşiya û serkeftinên mezin bi dest xistin. Rêwîtiya xwe ya dirêj mîna ku hêvî dikir, bi şehadetê di oxira doza welat û gelê xwe de bi dawî kir.

Fermandar Şiyar ji Efrîn gundê Sariya yê bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî ye. Di nava malbateke welatparêz de ku deriyên xwe ji têkoşerên tevgera azadiyê re vekirin, ji dayîk bûye.

Şehîd Şiyar ku li Efrînê hatiye dinê, ji ber zextên rejîma BAAS’ê neçar maye tevî malbata xwe koçî Helebê bike û li wir mezin bibe. Şehîd Şiyar ê ku zîrek û jêhatî ye, dibistana amadeyî qedand û dema diçe zanîngehê.

ŞAGIRTÊ SEROK

 Di nav ciwanên xwendewan de, Tevgera azadiyê nas dike û sala 1994’an tevlî kar û xebatên siyasî dibe. Şehîd Şiyar şoreşgerekî bi zane di dibistana rejîmê û hemû derfetên madî yê jiyana pergalê da aliyekî û bû neferekî têkoşîna azadiyê. Bi qasî salekî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz dimeşîne û şûnve di sala 1995’an de biryara bûyîna şoreşgerek pispor dide û tevlî tevgera azadiye dibe.

di sala 1996'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî şerê azadiyê bû. Şehîd Şiyar ku li çiyayên Zagrosan dest bi gerîlatiyê dike. dibe gerîlayekî serketî yê Azadiya Kurdistanê û bi berpirsyariyên xwe rabû. Ji sala 1996'an heta 2004'an li çiyayên Zagrosê bê rawestan, bênefes têkoşînê dide meşandin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) di sala 2008`an  de ragihand ku fermandar Şiyar Şehîd bûye, lê dûre diyar dibe ku şiyar şehîd ne bûy e û li hember herêma Botanê  têkoşîna xwe didomîne.

RÊWÎTIYA TÊKOŞÎNÊ

Şehîd şîyar di tekoşîna xwe ya 30’ê sale de ji Malbatê heta 15 salan tu agahî ye nagrê ji ber vê di Sala 2009`an de dayîka wî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û dema li bajarê Hekarî ya bakurê kurdstanê bi rêya telefonê cara yekemîn pêra di axive.

Şehîd Şiyar li akademiya Şehîd Hakî Karer sala 2004`an li Zapê perwerdeya xwe ya duyemîn wergirt. Piştî perwerdeyê, bi meşandina xebatên fermandariya navendî ya HPG`ê tê erkdarkirin. Di Sala 2006`an de dîsa li akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz perwerde dibine. Piştî wê derbasî qada Botanê dibe.

Şehîd Şiyar sala 2018`an derbasî Efrînê dibe. Şehîd Şiyar sala 2019`an dîsa vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û têkoşîna xwe domand. Şehîd Şiyar sala 2015`an tev li berxwedana rêveberiya xweser li Şirnaxê yê Bakurê Kurdistanê dibe û israr dike ku  Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ava dike û li wir berxwedaneke bêhempa dimşîne.

Piştî berxwedaneke demdirêj ku bi vîneke xurt fermandariya eniyên leşkerî dike. Şehîd Şiyar bi ruhê xwe yê fedayîtî û hevaltî hezkirina heval û gelê xwe qezenc kir, şehîd Şiyar di Tîrmeha 2024`an  de tev li kerwanên nemiran bû.

JI BIÇÛKAHIYA XWE VE XWEDÎ RIHEKÎ ŞOREŞGERÎ BÛ

Dayîka Emîne Îsmaîl wiha behsa xusletên kurê xwe Şiyar kir: "Aram bû û li ber dilê min nazdar bû. Piraniya demên xwe di nivîsandina helbetsên li ser tevgerê û Serok de diborand. Dûre li pêşiya min dixwendin."

Emîne destnîşan kir ku şehîd Şiyar hîna 10 salî bû tevli xebatên tevgerê bûye û hewl daye pereyên ji karê xwe qeznec dikir beşekê wek alîkarî bide û hevalên xwe jî teşwîq dikir.

Emîne diyar kir ku şehîd Şiyar gelekî bi dayîk û xwişk û birayên xwe ve girêdayî bû û wiha domand: "Nedihişt kesek biêşe yan jî zirarê bide wan. Ji bo wê parastina wan berpirsyariya wî bû. Hewl dida li ser kesekî nebe bar. Ji ber wê beyî ku bispêre tu kesî, karê xwe dikir."

Emîne li pêşiya kurê xwe derneket dema xwest tev li tevgerê bibe lê şîret lê kir ku ji xwe de dest bi şoreşa li dijî dagirkeriyê bike, xiyanet li hevalên xwe neke, ji wan hez bike mîna ku xwe hez dike û wiha domand: "Ezmûnên xwe kirin, lê beriya encamên derkevin bi hevalê xwe yê ji gundê Ehrezê Şiyar re tev li tevgerê bû."

Emîne sala 2008`an dema bihîst kurê wê şehîd bûye, xwest merasîmeke xiyabî ji kurê xwe re li gundê Soxanekê yê bajarokê Şêrawa yê Efrînê lidar bixe, lê wê demê Partiya Baasê nehişt.

Lê piştî ragihandina şehadeta wî bi du mehan diyar bû ku sax e û ji ber dorpêça dagirkeran agahî jê qut bûye.

TELEFONA YEKEMÎN

Emîne sala 2009`an berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji bo ku kurê xwe bibîne. Li herêma Hekarî kar bi rêya telefonê pê re biaxive û axaftina wan li ser şîretan bû ku ji bo hevalên xwe canê xwe feda bike û layîqî sonda xwe be û têkoşînê berdewam bike.

Dayîka şehîd Şiyar got: "Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Bi hezaran hene ku dê rêya kurê min temam bikin, çeka wî rakin. Tevger û şoreş berdewam e. Dawiya dagirkeran û xayînan jî nêzîk e."

Birayê şehîd Şiyar Zerdeşt Îsmaîl got: "Ez kurê 5`an ê malbatê me. Dema şehîd Şiyar çû ez biçûk bûm. Lê dizanim ku barê malbatê tevda li ser bû. Kar dikir ji bo ku pêdiviyên me peyda bike."

JI XWE Û BI HÊZA XWE BAWER BÛ

Zerdeşt wiha domand: "Şehîd Şiyar bi şev li xwaringehan kar dikir û bi sibê jî hewl dida tevgerê di nava xwendekaran de belav bike. Xwendina xwe jî ji bîr nedikir."

Zerdeşt wiha behsa xusletên şehîd Şiyar kir: "Teslîmbûn û tunebûna çareseriya di ferhenga wî de nîn bûn. Her tim li gorî dema wê birêve dibir. Ji xwe û bi hêza xwe bawer bû ku heke bixwaze dikare her tişî bike."

Zerdeşt diyar kir ku agahiyên wan ji şehîd Şiyar qut bûn û ti name ji malbatê re neşand lê wan bi rêya hevalan dikarîn dilê xwe rihet bikin.

Ezîz Hezex ê yek ji heval û hevrêyên fermandar Şiyar Efrîn e, bi salan li heman qadê bi hev re têkoşîn meşandine. Ezîz Hezex têkildarî jiyan û têkoşîna fermandar Şiyar Efrîn axivî.

Ezîz Hezex destnîşan kir ku fermandar Şiyar di jiyan, pratîk, têkoşîn û şerê xwe de bi rastî jî wek navê xwe şiyar û leheng bû û got: “Lehengê ciwanên Kurdistanê bû. Min hevalê Şiyar 1997’an li Zagrosan nas kir. Hevalê Şiyar wê demê kûrye bû. Heya Cîlo, Çarçela, Çemço bi 2 hevalên xwe re kûryetî dikir. Çûn û hatineke pir dûrûdirêj bû. Heval bi rojan dimeşiyan. Hevalê Şiyar bi fedakariyeke pir mezin bi wî karê xwe re radibû.”

‘XWEDÎ TAYBETMENDIYA MILÎTANIYA FEDAÎ YA APOYÎ BÛ’

Di dewama axaftina xwe de Ezîz Hezex got fermandar Şiyar di temenekî ciwan de tev li nava refên Tevgera Azadiyê bûbû û wiha dewam kir: “Hevalê Şiyar xwedî karakter û xisleteke mîna cografyaya Efrînê bû. Her wiha têkoşerî, berxwedanî, dilsoziya bi axê ya ji taybetmendiyên rê û resma Efrînê ye, xwe di şexsê heval Şiyar de bi awayekî berbiçav nîşan dida. Xwedî ruhekê pir sivik, bi liv û tevger, bi moral û coş bû. Piştî Zagrosan bihara 1998’an careke din li Qada Şehîdan em hatin cem hev. Bi giştî li wan her du qadan nêzî 3-4 salan em û heval Şiyar li gel hev man. Piştre dema vesaziya me ji bo Zapê çêbû jî em û heval Şiyar li heman qadê man. Heval Şiyar li Zapê karê lojîstîkê dikir. Anku pêdiviyên hevalan dianîn cih. Heval Şiyar tu carî dest ji fedakariya xwe berneda. Ji hevalên xwe re bi hurmet bû, pir ji wan hez dikir. Tevahî taybetmendiyên milîtaniya fedaî ya Apocîtiyê di hevalê Şiyar de hebûn. Ji ber ku timî bi hevalên xwe re eleqedar dibû, hewl dida pêwîstiyên wan bi temamî bîne cih, hevalan bi henekî digot ‘Heval Şiyar bi rastî jî muxtar e’.”

‘XELKÊ BOTANÊ PIR JI HEVAL ŞIYAR HEZ DIKIR’

Ezîz Hezex da xuyakirin ku fermandar Şiyar ku li cem Rêber Apo perwerde dîtibû, di mijara parastina nirxên partiyê de mînak bû û têkildarî vê mijarê jî got: “Heval Şiyar li tevahî qadên têkoşînê xebat meşand. Li her parçeyên welêt di nav berxwedanê de cihê xwe di eniya herî pêş de girt. Hevalê Şiyar ê bi salan li Botanê têkoşîn meşand, di dilê xelkê Botanê de cih girt. Xelkê me yê Botanê pir ji heval Şiyar hez dikir û pir bi heval Şiyar ve girêdayî ye. Ji ber heval Şiyar durist bû, dilsozê gelê xwe, hevalên xwe, Rêbertiya xwe û xaka xwe bû. Heval Şiyar pir bi Rêber Apo, şehîdan, gel û nirxên Tevgera Azadiyê ve girêdayî bû.  Jixwe ev fedakariya heval Şiyar çavkaniya xwe ji vê girêdanê digirt. Hevalê Hakî yê piştre di şerekî de şehîd bû, hinek caran ji heval Şiyar re digot “Heval eger tiştek bi wan erzaqan were dê çawa bibe?” Hevalê Şiyar digot “Heke em şehîd bibin, wê tiştek bi wan erzaqan were. Lê eger em şehîd nekevin tiştek bi wan nayê û em ê bigihînin hevalan.”

‘NÊZÎKATIYÊN HEVAL ŞIYAR JI BO GAZIYAN PIR CUDA BÛ’

Ezîz Hezex diyar kir ku fermandar Şiyar di nava malbat û derdoreke welatparêz de mezin bûbû û got: “Malbat û derdora heval Şiyar têde mezin bibû gelekî bi Rêbertî û Tevgera Azadiyê ve girêdayî ne. Mirovên pir welatparêz in.  Hevalê Şiyar 12 salan dibistan xwendibû û beriya bi awayekî aktîf tevlî nav refên gerîla bibe jî di nav xebatên ciwanan de cihê xwe girtibû. Nêzîkatiyên heval Şiyar ji bo hevalên gazî pir cuda bû. Mînak hevalê Dilgeş ku bi xwe gazî bû, bi heval Şiyar re pêkve xebat dimeşandin. Jixwe beriya heval Şiyar tevlî nav refên têkoşînê bibe jî bi sedan hevalên birîndar li mala wan tedawî didîtin. Dilsozî û girêdaneke cuda ya hevalê Şiyar ji bo hevalên gazî û birîndar hebû. Heval Şiyar çawa li pêşberî Rêber Apo wer bi heyecan û bi hurmet bû, li beramberî gaziyan jî wer bû. Bi rastî hevalekî mîna navê xwe şiyar bû. Xwedî kesayeteke mînak bû. Bi jiyan, axaftin, sekn û tevgera xwe bandoreke mezin li ser hevrêyên xwe dikir.”

‘EM Ê TIMÎ DILSOZÊ ŞEHÎDÊN XWE BIN’

Ezîz Hezex têkildarî şehîdan jî bal kişand ser van xisûsan: “Bê guman wer hêsan nîn e mirov têkildarî hevalên şehîd biaxive, behsa jiyan û têkoşîna wan bike. Eger em bixwazin bibin layiqî şehîdan, an jî em bi doza wan, têkoşîn û armanca wan ve girêdayî bin, divê em ji Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û gelê xwe hez bikin. Hevaltî jî jixwe ew e. Hevalên weke Şiyar ên pir bi nirx û hêja dest ji her tiştên xwe berdidin û tên tevlî Tevgera Azadiyê dibin. Tu carî ked û têkoşîna wan hevalan nayê jibîrkirin. Em ê li ser esasê soza me daye Rêbertiya xwe, şehîdan û gelê xwe em ê timî di rêya wan hevalên xwe yên hêja de bimeşin. Em timî wer hîs dikin ku ew hevalên me yên şehîd timî li cem me ne. Ji ber vê em dibêjin, ‘Şehîd namirin.’ Wek hevrê û hevalên wan em ê her tim ala şehîdên xwe bilind bikin.”

Ezîz Hezex di dawiya axaftina xwe de behsa xeta berxwedanê ya di nav Tevgera Azadiyê de kir û got: “Taybetmendiya tevgera Apociyan ew e ku ji tinebûnê hebûnê ava dike û hebûnê jî jiyanî dike. Hevalê Mazlûm Dogan li Zindana Amedê di nava wan şert û mercên herî zehmet ên cûntaya 12’ê Îlonê de çong nedanî, teslîmî xiyanetê nebû û got “Berxwedan Jiyan e!” Ji lew re em jî diyar dikin ku em ê heya dawiyê di rêya Rêbertiya û şehîdên xwe de bimeşin. Wê şehîdên me timî di dilê me de bijîn. Wekî hemû şehîdên me yên din dê bi hezaran dayik navê Şiyar li zarokên xwe bikin û wê doz û têkoşîna heval Şiyar bidomînin.”

(şx)

ANHA