ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-9-2024
27 îlon, 2024   02:00

Malbatên şehîdan ên bajarê Girkê Legê diyar kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî gelê herêmê ye û destnîşan kir ku ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, amade ne fedakariyên dîtir jî bikin.

Rewşenbîran diyar kir ku PDK ji bo parastina berjewendiyên binemala Barzaniyan xiyaneteke mezin li gelê Kurd dike. Rewşenbîran banga teşhîrkirina xeta xiyanetê ya PDK’ê kir.

Fermandar Şiyar Efrîn perwerdeya xwe ya destpêkê ji Rêber Abdullah Ocalan digre û dest bi meşa xwe ya şoreşê dike. Li lûtkeyên çiyayên Cîlo, Çarçela û Çemço geriya. Xwedî taybetmendiyên têkoşîna apoyî bû. Di şert û mercên herî dijwar de erkên xwe bi cih anîn.

Saziya Materyalan dest bi beşa duyemîn a guhertina materyalên dibistanan kir. 

Li Dirbêsiyê ji nêzî 70 salî ve baxê yekane ya fistiqên helebê  heye. Ji ber xizmet û baldariya xwediyê wê ew bax di biharê de dibe meqseda geşt û seyranên welatiyan.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî û kar û barên Îranê Îyad El Mecalî got rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de li qeraxê ye. El Mecalî di heman demê de destnîşan kir ku dê ev rageşî di çarçoveyên êrişên kontrolkirî de bin, bêyî ku fireh bibin û bigihînin qonaxa şerê firehtir.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li Parka Xwendinê ya Hesekê civînekê li dar dixe, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)