Rageşî li Iraqê û bangên derxistina hêzên Amerîkayê

Li Iraqê têkildarî hebûna hêzên Amerîkayê li welêt, rageşî heye. Hêzên ku tev li xebatên siyasî bûne, piştî bandorên şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de li ser Iraqê û di encamê de alozî di navbera hêzên alîgirên Îranê û Amerîkayê de zêde bûye, bang dikin ku ev hêz ji Iraqê derkevin.

Rageşî li Iraqê û bangên derxistina hêzên Amerîkayê
13 ÇILE, 2024   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Piştî hedefgirtina baregehên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê ji aliyê komên çekdar ên alîgirên Tehranê ve û bersiva hêzên Amerîkayê li dijî wan êrişan, rageşî li Iraqê zêde dibe. Her wiha têkildarî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê û têkiliya di navbera Washington û Bexdayê de, gelek pirs derxistin pêş.

Lê ya balkêş ew e ku piştî vê rageşiyê, bang hat kirin ku hêzên Amerîka ji Iraqê derkevin. Serokwezîrê iraqî Mihemed Şiya El Sûdanî got Iraqê dixwaze hêzên leşkerî yên ku DYA`yê serkêşiya wê dike, bi lez û bi awayekî birêxistinkirî bi rêya dan û standinan ji axa Iraqê derkevin. Lê dema van dan û standinan diyar nekir.

Li gor Reutresê El Sûdanî hebûna van hêzan li Iraqê, bi têkbirina aramiya welêt bi nav kiriye nemaze şerê li Xezayê bi awayekî neyînî bandor li rewşa welêt dike.

SEDEM Û GIRÎNGIYA BANGEWAZIYAN

Hemwextî êrişên hêzên alîgirên Îranê li dijî baregehên Amerîka li Iraq û Sûriyeyê, ev bang hat kirin. Ji ber wê, girîngiyek di aliyê çapemeniyê û siyasî de stend. Ev êriş, hêzekê dide van bangewaziyan ji bo ku hêzên Amerîka ji Iraqê derkevin.

Her wiha ev bang hemwextî zêdebûna rageşiyê di navbera Îran û DYA, Rojava û Îsraîlê de hatin kirin. Yên hêzeke din dide van bangewaziyan jî, ew e ku bang û êriş ji aliyê Îranê ve û li gor perspektîvên wê hatine plankirin. Yanî bi zêdebûna aloziyê di navbera Tehran û Washingtonê wê ev bang zêde bibin. Dibe ku alîgirên Îranê li Iraqê fişarên li ser Washingtonê bi rêya tevgerên xwe zêdetir bikin ji bo ku vê dosyayê bigihînin serî û hebûna Amerîka li Iraqê bi awayekî cidî bi dawî bikin.

Di heman demê de, hêzên siyasî yên alîgirên Îranê, pê dihesin ku niha di asta hundirîn de xurtir in ji ber wê dikarin van bangewaziyan bikin. Heta bikarin fişarê li aliyên fermi yên Îraqê bikin di nav de serokwezîrê Iraqê El Sûdanî, serokên wezîrên berê hene. Ev jî ji tevger û daxuyaniyên El Sûdanê diyar bûn ku bilez bersiv da wan bangewaziyan û got hikumeta Iraqê di mijara bi dawîkirina hebûna Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê de cidî ye. Her wiha Artêşa Iraqê, bombebarana Amerîka li dijî navenda Heşdî Şabî şermezar kir. Li gor ajansa nûçeyan a Iraqê berdevkê hêzên çekdar ên Iraqê Yehya Resûl 4`ê Çileyê gotiye: "Êrişa Amerîka, binpêkirin e mîna kiryarên terorîstan e."

Piştî ku hêzên siyasî yên alîgirên Îranê di hilbijartinên xwecih de destkeftiyên mezin bi dest xistin, xurttir bûn û ji bo wan ev destkeftiyên dîrokî ne û bi rêya wê dikarin hegemoya xwe li ser desthilatê zêdetir bikin.

ÇARENÛSA BANGEWAZIYAN, REDKIRINA AMERÎKA Û ENCAMÊN LI SER IRAQÊ

Ruxmî ku gelek nîşane hene niyeta DYA`yê tune ye ku vekişe, lê li aliyekî din Washingtonê tevgerên xwe li ser asta dîplomatîk bi dewletên herêmê re zêde kirin. Hemwextî wê jî, tevgerên meydanî yên aşkera hene ji bo ku hevalbendiyek li Deryaya Sor bê avakirin. Li kêleka wê, hedefgirtina baregehên fermi yên hêzên alîgirên Îranê zêde kirin. Yanî DYA`yê biryardar e ku hegemoya xwe li Iraqê biparêze.

Li beramberê wê, gelek astengî l ipêşiya hewldanên Îranê derdikeve. Jê ya herî girîng, rageşiya bi hêzên Amerîkayê re ku dibe parçebûnê û aloziyê di nava iraqiyan de zêdetir bike. Her wiha derfet heye ku hêzên dijberî vê xetê derkevin. Encamên rageşiyê li ser DYA`yê bi taybet di aliyê aborî de, heta bigihêje têkçûna aboriya Iraqê ji ber ku welat bi temamî xwe spartiye şîrketa Western, her wiha Amerîka fînansekirina Iraqê kontrol kiriye, vê îhtîmalê xurtir dike. Ji ber wê, dê karê alîgirên Îranê zehmettir be.

di vê çarçoveyê de rojnameya Independent Arabia, di raporeke xwe de ku 3`yê Çileyê belav kiriye, diyar kir ku guhertina rêgezên şer ji aliyê DYA`yê ve, diyar dikin ku DYA wê ji Iraqê venekişe. Ev rêgez, di gelek qonaxan re derbas bû ya yekemîn bersivandayîna li dijî êrişên wan hêzan e. Dûre, rasterast hedefgirtina êrişekeran e. Piştî wê, hedefgirtina baregeh û navnedên stratejîk ên wan koman e. Mîna di çend hefteyên borî de çêbûye û baregehên Ketaêb Hizbullah kirin hedef.

(şx)

ANHA