Bang li aliyên Sûriyeyê hate kirin ku dest bi diyalogê bikin

Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyeyê bang li tevahî aliyên Sûriyeyê kir ku dest bi diyalogê bikin ji bo ku çareseriyeke siyasî ya bingehîn ji aloziyê re dûrî destwerdana hêzên derve bibînin û Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin.

Bang li aliyên Sûriyeyê hate kirin ku dest bi diyalogê bikin
15 adar, 2024   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan endamên Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyeyê li pêşiya nivîsgeha partiyê ya li Qamişloyê daxuyaniyek da. Serokê Nivîsgeha Siyasî ya partiyê Fîsal El Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo ku em şoreşê li rêya wê ya rast vegerînin, em tê dikoşin. Armanca me ya sereke bi rêya diyalogê aloziyê çareser bikin, destûrek ji bo hemû sûriyeyiyan amade bikin heta ku bigihêjin armanca sereke ew jî Sûriyeya demokratîk, a pirreng û nenavendî ye.

Ji bo wê em bang li aliyên nîştimanî yên Sûriyeyê dikin ku bi hev re tê bikoşin û dest bi diyalogê bikin ji bo ku mafên gel û hêviyên wî yên bindest, vegerînin."

(şx)

ANHA