Qubad Talebanî: Bi dengdana welatiyan emê rêya hikûmraniyê rast bikin

Rêveberê Sekreteriya Mam Celal, Qubad Talebanî piştî ku li dibistana Rewşen a li Silêmaniyê deng da, ji çapemeniyê re axivî û got: “Bi dengdana welatiyan emê rêya hikûmraniyê rast bikin. Piştî dengdanê dibe em cejnê pîroz bikin.”

Qubad Talebanî: Bi dengdana welatiyan emê rêya hikûmraniyê rast bikin
20 cotmeh, 2024   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Sekreteriya Mam Celal, Qubad Talebanî piştî ku li dibistana Rewşen a li Silêmaniyê deng da, ji çapemeniyê re axivî û got: “Ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim ji bo vê roja pîroz. Hêvîdarim welatî jî wek çapemeniyê bi germî nêz bibin û çarenûsa xwe diyar bikin. Herêma Kurdistanê 129 pirsgirêkên wê hene. Hêvîdarim welatî deng bibin ji bo rastkirina wan. Bê guman wê bi dengdana welatiyan hikûmranî were li ser rêya rast.”

Talebanî diyar kir ku piştî dengdan bi dawî hat û encam eşkere bûn, ewê vê rojê wek cejin pîroz bikin.