Di çalakiyên HREˈyê de 24 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 22 çete hatin kuştin.

Di çalakiyên HREˈyê de 24 dagirker hatin kuştin
20 cotmeh, 2024   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirine aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî namerdane li pêş çavên cîhanê  êrişên xwe tîne ser gelê me , rêveber û  pêşengên şoreşê dikin hedef. Li hemberê van êrişên heyî jî rêze çalakiyên me yê tolhildan û bersivdayînê  ji bo şehîdên me yên van demên dawîn  bi taybetî ji bo şehîd Zelal, Mazlûm, Diyar û Alaf, li xeta Bab, Mare, Ezaz, Şera û Şêrawa çêbûn.

Di vê çarçoveyê de:

1-    Di roja 9’ê Îlonê li xeta Ezazê di çalakiyekî taybet de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

2-    Di roja 10’ê Îlonê de çalakiyekî serdegirtinê li xeta Babê li hemberê komên çeteyên dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiya serdegirtinê de 3 çeteyên dagirker hatin kuştin û her wiha 4 çeteyên dagirker birîndar bû.  Di heman demê de di vê çalakiya heyî de dîsa seyarekî doçka 23 barkirî hat îmhakirin.

3-    Di roja 11’ê Îlonê de li Xeta Şera di encama çalakiyekî taybet de 1 leşkerê dagirker a Tirk hat kuştin û her wiha dîsa heman rojê li xeta Mare di çalakiya sekvanî de 1 çete hat kuştin.

4-    Di roja 17’ê Îlonê de hêzên me çalakiyekî serdegirtinê li xeta Ezazê li hemberê komên çeteyên dagirker lidar xistin. Di vê çalakiya heyî de 5 çeteyên dagirker hat kuştin.

5-    Di roja 23’ê Îlonê de li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê  dagirker hat kuştin.

6-    Di roja 23’ê Îlonê de li xeta Babê di çalakiyekî taybet de 2 Leşkerên Dewleta Tirk a dagirker birîndar bû

7-    Di roja 7’ê Cotmehê de li xeta Şera di çalakiya sekvanî de 1 çeteyê  dagirker hat kuştin.

8-    Di roja 8’ê Cotmehê de di çalakiyekî taybet a li xeta Babê de 1 leşkerê dewleta Tirk  dagirker hate kuştin û her wiha 2 leşker jî birîndar bû.

9-    Di roja 9’ê Cotmehê de li xeta Mare di çalakiyekî taybet de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker birîndar bû. Di heman rojê de li xeta Şêrawa hêzên me bi tîmên pispor dikevin nava çeper û konên dagirkeran bê ku bi hêzên me bihesin li wir hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî bi awayekî bandor li dagirker û çeperên heyî dixin, çeperên heyî û çeka Doçka 12’ê Nîv tên îmhakirin û her wiha hevalên me diçin ser cenazeyên dagirkeran, çek û alavên heyî desteser dikin. Di encama vê çalakiya heyî de 1 jê fermandarê bi navê Nadir Hesen giredayî Feylaq El Şam bi giştî 9 dagirker hate cezakirin û her wiha 3 çeteyên dagirker jî birîndar bû. Di heman demê de di vê çalakiya heyî de ; 2 Çekên AK-47, 6 cerjorê AK-47, mîqdarekî cebilxaneya xwe,  1 rextê AK-47, Destêkê  HYTERA, flaş, kart û hatin desteserkirin.

Di encama van çalakiyên hêzên me de; 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 22 çeteyên dagirker hatin kuştin û her wiha 6 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û  7 çeteyên dagirker jî birîndar bûn."

(bb)