QSDˋê bersivên giran dide êrişên dijî gundewarê Bendava Tişrînê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundewarê başûr û bakurê Bendava Tişrînê dikin. Li beramberî wê şervanên QSDˋê bersivên giran didin çeteyan.

QSDˋê bersivên giran dide êrişên dijî gundewarê Bendava Tişrînê
19 ÇILE, 2025   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên başûr û bakurê Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dijwar pêk tînin.

Heman çavkanî diyar kir ku li hember êrişên çeteyan û dagirkeriya Tirk şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersivên tund didin van êrişan. Li gundewarê Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar didomin.

(fr)

ANHA