Li Tebqayê civîna şêxên eşîran

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasˋê civînek li dar xist. Beşdarên civînê diyar kir ku divê şêniyên pêkhateyên herêmê hevgirtî bin û hêzên xwe hembêz bikin.

Li Tebqayê civîna şêxên eşîran
Li Tebqayê civîna şêxên eşîran
Li Tebqayê civîna şêxên eşîran
Li Tebqayê civîna şêxên eşîran
Li Tebqayê civîna şêxên eşîran
Li Tebqayê civîna şêxên eşîran
19 ÇILE, 2025   18:01
TEBQA

Têkildarî şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasˋê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqa civînek li dar xist. Di civînê de şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Tebqa, Mensûra, Curniyê, Dêr Hafir, Meskenê û Dibsî, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Di civînê de şêx qebîleya El Welde şêx Hamid El Ferec axivî û bixêrhatina beşdar kir. El Ferec anî ziman ku digel guhertinên lez ên li Sûriyeyê ev civîn girîng e.

El Ferec hin alî êrişî projeya Rêveberiya Xweser û QSDˋê dikin.

El Ferec got divê ew li dora QSDˋê bicivin. Ji ber ku QSDˋê ji zarokên eşîr û pêkhateyên herêmê pêk tê.

Şêxê Eşîra El Sexanî, Fewaz El Bêk li ser girîngiya yekitiya neteweyî û pêwîstiya lidarxistina civînekê ji tevahî aliyên Sûriyeyê re ku doz bi awayekî aştiyane were çareserkirin, axivî.

El Bêk bang kir ku ji bilî çeteyên DAIŞˋê divê tevahî girtiyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de werin berdan û got ev daxwaza gelê herêmê ye.

Dûre şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mezlm Yûsif axivî û bal kişand ser zextên derve yên li ser Rêveberiya HTŞˋê, bi taybet zexta dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide guhartin û çareseriya siyasî asteng bike.

Yûsif diyar kir ku çareserkirian doza Kurdî parçeyek ji çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ye û hişyarî li ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê da.

Serokê Hevgirtina Al El Beyt a Kongreya Îslama Demokratîk Ednan Ilêwî diyar kir ku divê însiyatîfeke gel ji bo rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bendava Tişrînê were destpêkirin û ji civata navneteweyî re bê pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA