Li dijî êrişan ciwanên Tirbespiyê piştgirî da QSD û YPJˋê

Ciwanên gundê Sîha Piçûk, bi daxuyaniyekê piştigriya xwe bi hêzên QSD`ê û YPJ`ê re nîşan da.

Li dijî êrişan ciwanên Tirbespiyê piştgirî da QSD û YPJˋê
19 ÇILE, 2025   18:46
Qamişlo

Li gundê Sîha Piçûk ê girêdayî bajarê Tirbespiyê, komek ciwanên gund ji bo piştgirya bi QSD`ê û YPJ`ê daxuyaniyek da. 

Daxuyanî ji hêla ciwanê bi navê Cuma Kurî, bi amedebûna ciwanên gund hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ciwanên gundê Sîha li dijî êrişên dagirkeran piştgiriyê didin şervanên QSD û YPJ`ê .

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em berxwedana şervanan li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê silav dikin. Wekî ciwan em dibêjin, em her tim li kêleka şervanên xwe ne, çi ji me were xwestin ji bo parastina welatê xwe em hazir in.

Îro, ji bo parastina bajar û gundên xwe me çek rakiriye. Divê her kes li kêleka şervanan bisekinin. Şervanên me li Bendava Tişrînê li hemberî êrişîn dewleta Tirk a dagirker berxwedanê dikin."

(ex/fr)

ANHA