QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

QSDˊê nasnameyên 2 şervanên di êrişên çeteyên hikumeta demkî de şehîd bûbûn aşkera kirin, soza şopandina rêça şehîdan da.

QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
29 ÇILE, 2026   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên di bersivdana êrişên çeteyên hikumeta demkî li dijî herêmê de şehîd bûbûn ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "wê şehadeta wan soza nû ya rêya me bimîne. Em biryardariya xwe ya têkoşînê heta dawiyê dewam dikin. Wê xwîna şehîdên me weke amanet di stûyê me de bimîne. Em armancên şehîdên pêk bînin, xakê rizgar bikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Gîvara Kobanê

Nav û paşnav: Diyar Mehmûd

Navê dayikê: Cîhan

Navê bav: Sebrî

Cihê jidayikbûnê: Şam

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-18ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Kendal Kortik

Nav û paşnav: Mihemed Ehmed

Navê dayikê: Asya

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-Çelebiyê, 26ˊê Çileya 2026ˊan."

(fr)