Nobeta ji bo Rojava ya li Amedê: Em bi gelê xwe serbilind in

Nobeta di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Qada Şêx Seîd a Amedê hatiye destpêkirin di roja 4ˊemîn de berdewam kir. Hevserokê MED TUHAD-FEDˊê Kerem Canpolat di nobetê de bal kişand ser têkoşîna gel a ji bo Rojava û wiha axivî: “Em bi gelê xwe serbilind in.”

Nobeta ji bo Rojava ya li Amedê: Em bi gelê xwe serbilind in
29 ÇILE, 2026   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Qada Şêx Seîd ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê, nobeta ji bo piştevaniya Rojava tê lidarxistin di roja 4ˊemîn berdewam kir. Çalakiya nobetê îro bi beşdariya MED TUHAD-FED û rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Rezanê hat domandin. Rêveberên MED TUHAD-FEDˊê, nûnerên partiyên siyasî, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatiyên Amedê jî tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de beşdaran stranên berxedana gotin û dirûşma “Bijî berxedana Rojava” berz kirin.

YA ŞER DIKE FERASETE DAIŞˊÊ YE

Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat, hevşaredarên Rezanê Siraç Çelik û Dayikên Aştiyê di çalakiya nobetê de axaftin kirin. Di axaftinan de piştgiriya berxwedana Rojava hat kirin û wiha hat gotin: “Em dixwazin ku her kes nerazîbûna xwe nîşan bide. Feraseta ku li Rojava dest bi şer kiriye, feraseta tarî ye, feraseta DAIŞê ye.”

Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat jî bal kişand ser berxwedana ji bo parastina Rojava tê dayîn û wiha got: “Em bi gelê xwe serbilind in. Bijî berxwedana Rojava.”

Piştî axaftinên, stranên berxedanê hatin gotin. Nobet bi çepikan bi dawî bû.