QSD`ê şehadeta 4 şervanan ragihand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk nasnameyên 4 şervanên xwe di cih û demên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD`ê şehadeta 4 şervanan ragihand
24 mijdar, 2025   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên xwe ku li cih û demên cuda şehîd bûne, aşkera kirin.

Di daxuyaniya QSD`ê de hat gotin: "Em bi serbilindî û bi germî şehadeta 4 hevalên xwe yên qehreman ku di demên berê de piştî têkoşîneke bilehengî li dijî terorîzm û dagirkeriyê şehîd bûn, bi bîr tînin. Wan mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku em pê serbilind in.”

QSD`ê diyar kir: "Rêya hevalên me Arjîn, Berçem, Emîn û Serdem û qurbaniyên ku wan di dema têkoşîna xwe ya dirêj de dê bibe, bingeha berdewama têkoşîn û berxwedana me ne.”

QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina berxwedan û têkoşînê da.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Navê Kod: Arjîn Botan
Navê Rastîn: Derya Çağlar
Navê Dayikê: Talya
Navê Bav: Şemsedîn
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa (qezaya leşkerî), 22 Çile 2024

Navê Kod: Berçem Amed
Navê Rast: Aysun Arslan
Navê Dayikê: Aydan
Navê Bav: Mihemet
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa (qezaya leşkerî) 22 Çile 2024

Navê Kod: Emîn Gabar
Navê Rast: Mustafa Elî
Navê Dayikê: Dunya
Navê Bav: Nûrî
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Cindrêsê, 8 Adar 2018.

Navê Kod: Serdem Çiya
Navê Rastîn: Mihemed Şêxo
Navê Dayikê: Selwa
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Şam
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn - Şêx Şiyê - Gundê Sinara, 27 Sibat 2018.

(k)