QSD’ê şehadeta 3 şervanan ragihand

QSD’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand û got "Hevreyên me Argeş, Kurtay û Xebat bi xwîna xwe ya pak efsanên lehengî û berxwedanê nîvisandin."

QSD’ê şehadeta 3 şervanan ragihand
22 hezîran, 2025   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 3 şervanan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "3 şervanên me yên leheng piştî ku bi xwîna xwe ya pak destanên lehengî û berxwedanê li hemberî hêzên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê nivîsandin û roleke mezin di serxistina vê berxwedanê de lîstin, şehîd bûn.

Bi serferaziyeke mezin em şehadeta hevreyên xwe Argeş Ereb (Xelîl Ehmed), Kurtay Şoreş (Selahedîn Sarac) û Xebat Amed (Yûnis Bekir) radighînin.

Hevrêyê me Argeş ji malbateke welatparêz e ku ji destpêkê ve beşdarî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye. Hevrêyê me yê şehîd û hejmarek ji bira û pismamên wî ji bo parastina bajar û gundên xwe tevlî refên hêzên leşkerî bûn. Ji ber biryara wî ji dil û baweriya wî ya kûr bi edaleta dozê tê ku ji bo têkoşînê dike, tev li refên hêzên me bû. Di wê baweriyê bû ku  madem tevahî beş û pêkhateyên gel beşdar in dê şoreş bi serkeftinê tacîdar bibe.

 Hevrêyê me Argeş beşdarî gelek dewreyên perwerdehiyê yên leşkerî, fikirî û siyasî bû ku asta zanîna wî ya çandî û neteweyî pêş xist.  Dewreyên perwerdeyê hiştin ku ezmûnek leşkerî ya berfireh bi dest bixe û di bikaranîna cûreyên çekan de pêş ket û bibe fermandarekî meydanî yê bêhempa. Hevrê Argeş di danîna planên leşkerî û çawaniya danîna kemînan û hedefgirtina çeperên dijmin de jêhatî bû. Ji vê zêdetir hevalên xwe ji êrişên nemerdane yê dijmin diparast.

Hevrê Argeş bi jêhatîbûna xwe ya li ser têgihîştina her hûrgiliyek karê xwe, bi sebira xwe ya dirêj di fêrbûna hemî hunerên şer de, her wiha bi exlaqê xwe yê bilind û hezkirina xwe ya hevaltiyê re, dihat nasîn. Ezmûna ku di şeran de wergirt bi hevalên xwe parve dikir û wan teşwîq kir ku perwerde û bidestxistina zanîna leşkerî bidomînin da ku bigihîjin qonaxa profesyonel. Şehadeta wî bandorek kûr li ser hevreyên wî û tevahî kesên ku wî nas dikirin kir. Lê bîranîna wî dê di hiş û dilê me de zinîd bimînin. Em ê meşa ku wî û hevreyên wî hiştine bidomînin.

Hevreyê me şehîd Kurtay Şoreş jî bi salan têkoşîna neteweyî û şoreşgerî kir. Di temenê xwe yê ciwan de tevlî refên hêzên me bû û têgihîştina xwe ya ramana şoreşgerî û neteweyî kûrtir kir. Ji ber ji malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna neteweyî ye ku di şoreşê de gelek şehîd dane, hevreyê me Kurtay bi coş û kelecaneke mezin tev li refên hêzên me bû. Hevreyê me Kurtay beşdarî gelek dewreyên perwerdehiyê yên siyasî, fikrî û leşkerî bibe û pêşketineke berbiçav bi dest xist. Bi zanîna ku wergirt xwe pêş xist û bû fermandar. Li ser bingeha vê yekê di gelek qadan de têkoşîneke bi rûmet û lehengane da meşandin. Layiqî gelê xwe bû û di hemû qadên ku tê de têkoşîn dikir de serkeftin bi dest xist.

Tevî nexweşiya wî ya zêdebûna elektrîkê di serê wî de, lê vê nexweşiyê bandor li asta têkoşîna wî nekir. Wî bi hemû enerjiya xwe li eniyên pêş karê berdewam kir. Fermandarekî jêhatî bû ku ji qelsiyên dijmin sûd werdigirt û windahiyên giran digihand wan. Di şerekî de ji ber teqînekê de birîndar bû û milê wî şikest, lê birîna wî li pêşiya erkên wî yên neteweyî û şoreşgerî nebû kelem.

Hevrêyê me Xebat Amed jî di destpêkê de tev li hêzên me bû. Di hemû pêngavên leşkerî yên ku beşdar bû de berxwedan û têkoşînek mezin kir. Piştî dewreyên perwerdehiyê dît ezmûn û zanînên mezin qezenc kir bû fermandarek. Di kesayetiya xwe de hemû taybetmendiyên rêbertî û wêrekiyê hewandin. Di piraniya pêngavên leşkerî de yên ku hevrê Xebat Amed tê de beşdar bû, serkeftinên mezin bi dest xistin.  Her tim li pêş hevalên xwe bû û wan ji êrişên xedar ên dijmin diparast.

Hevrê Xebat hemû enerjî û îmkanên xwe xist xizmeta serxistina şoreşê. Bi bîranînên hevalên xwe yên şehîd ve girêdayî bû. Dirûşma ’Em dê ji bo pêkanîna armanc û hêviyên şehîdan giyanê xwe bidin" wekî bingeha têkoşînê ji xwe re esas girtibû.

Hevrê Xebat ji ber taybetmendiya xwe ya mutewazin bû yek ji sembolên fermandarên me ku em bi wan serbilind in. Di her şerên ku tê de hazir bû, efsanên lehengiyê nîvisandin, ne dihişt ku serkeftinê bibîne, lê derbên giran li wan didin û wan ku ji kûrahî ve dihejand.

Li gel kesayetiya xwe ya ji xwebawer, hevrê Xebat tevahî taybetmendiyên şervanekî rastîn temsîl dikir. Ew bi hevalên xwe û yên li dora xwe re nerm bû, pir caran serdana mirovan dikir û bi wan re diaxivî. Di rûniştina ligel malbat û xizmên xwe re rehetî didît. Bi zarokan re bû, rêz li kesên bitemen digirt û her alîkariyek gengaz pêşkêşî wan dikir.

Hevrê Xebat ku jiyana xwe ji bo şoreşê û welatê xwe veqetand, heta kêliyên dawî bi nirxên şoreşê ve girêdayî ma. Şehadeta wî di dilê hemû kesên ku wî nas dikirin û li kêleka wî şer dikirin de birînek kûr hişt.

Em sersaxiiyê ji xwe û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em teqez dikin ku em ê têkoşîna wan a nîştimanî û şoreşgerî bidomînin heta ku bi serkeftinê tacîdar bikin."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameyên her sê şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Argeş Ereb

Nav û paşnav: Xelîl Ehmed

Navê dayikê: Necah

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê:Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-Cirniye- 21 Kanûn 2024

Nasnav: Kurtay Şoreş

Nav û paşnav: Selahedîn Sarac

Navê dayikê: Xatîme

Navê bav: Teymûr

Cih û dîroka şehadetê: 8’ê Çileya 2025’an li Bendava Tişrînê birîndar bû û 19’ê Çileya 2025’an li Nexweşxaneya Reqayê şehîd bû.

Nasnav: Xebat Amed

Nav û paşnav: Yûnis Bekir

Navê dayikê: Sema

Navê bav: Nacî

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir-18’ê Sibat 2025.

(bb)