Desthilata Şamê "Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Ragihandina Destûrê" ava kir

Desthilata Şamê ragihand ku wê "Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Ragihandina Destûrê" ya ji 7 kesan ava kir.

Desthilata Şamê "Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Ragihandina Destûrê" ava kir
2 adar, 2025   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê desthilata Şamê Ebû Mihemed El Colanî bi daxuyaniyekê avakirina "Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Ragihandina Destûrê" ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê yê avakirina dewleteke li ser bingehên qanûnî, her wiha li gorî encamnameyên "Kongreya Diyaloga Niiştîmanî" ev gav hat avêtin.

Li gorî daxuyaniya ku li ser malperên desthilata Şamê hatiye belavkirin, komîte ji 7 kesan pêk tê; 5 mêr û 2 jin in.

Navên wan 7 kesan wiha ne: Ebdulhemîd El Ewak, Yasir El Hiwêş, Îsmaîl El Xilfan, Reyan Kihêlan, Mihemed Rîda Xelcî, Ehmed Qurbî û Behiye Mardînî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erkê komîteyê, di çarçoveya birêxistinkirina qonaxa veguhastina siyasî li Sûriyeyê de reşnivîsa ragihandina destûrê were sazkirin.

Di daxuyaniyê de ji bo ku komîte erkên xwe pêk bîne dem nehat diyarkirin û daxuyanî bi navê serokê desthilata Şamê, bê îmze û mohr, weke wêne, hat parvekirin.

(mh/fr)