Li gundewarê Hemayê pevçûn: 4 kes hatin kuştin

Di encama pevçûna li gundê Fêde yê gundewarê rojhilatê Hemayê de 4 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li gundewarê Hemayê pevçûn: 4 kes hatin kuştin
17 sibat, 2025   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li ser paşxaneya nakokiyên berê û doza tolhildanê, hin kesên ji gundê Qenatir êrişî kesên li gundê Fêde yê gundewarê bajarê Hema yê Sûriyeyê kir. Di êrişê de çekên sivik û navîn hatin bikaranîn.

SOHR’ê diyar kir ku di encama êrişê de 4 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Ji ber êrişên di nava gelê herêmê de tirs derket û alozî çêbû.

(fr)