QSD’ê nasnameyên 4 şehîdan aşkera kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk nasnameyên 4 şervanên xwe ku di berxwedana herêmê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

QSD’ê nasnameyên 4 şehîdan aşkera kirin
6 gulan, 2026   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyêb 4 şervanên xwe ku di berxwedana parastina herêmê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên wan da.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Navê Kod: Fîras Kobanê
Navê û paşnav: Diyar Ehmed
Navê Dayikê: Nadiya
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cihê û Dîroka Şehadetê: Reqa - Rêya Ebyed, 18 Çile 2026

Navê Kod: Serbest Girê Spî
Nav û Paşnav: Mihemed Reşîd
Navê Dayikê: Asya
Navê Bav: Şorş
Cihê Jidayikbûnê: Reqa
Cihê û Dîroka Şehadetê: Reqa – Eêya Ebyed, 18 Çile 2026

Navê Kod: Siamend Kobanê
Nav û Paşnav: Îsmaîl Ehmed
Navê Dayikê: Şemse
Navê Bav: Mustafa
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cihê û Dîroka Şehadetê: Reqa – Rêya Ebyed, 18 Çile 2026

Navê Kod: Kadoz
Nav û Paşnav: Mehmûd Mar'î
Navê Dayikê: Ibtîsam
Navê Bav: Casim
Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa – 21 Çile 2026

(k)