QSD`ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin

QSD’ê nasnameyên 3 şervanên ku di demên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD`ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin
20 tebax, 2025   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên ku di demên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanê Şiyar (Osman Mihemed El Xelef) û Elî Şêr (Muhened Xalid El Selûmî) dema ku li hember êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê şer dikir şehîd bûne û şervan Elî Şêr (Hemîd Ebid El Iweyid) ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûye.

QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:

Navê Kod: Elî Şêr
Nav û paşnav: Hamid Abid El Iweyid
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Ebid
Cihê jidayikbûnê: Dêrazorê
Cihê û dîroka şehadetê: Hesekê, Ji ber nexweşiyê, 17 Tebax 2025

Navê Kod: Şiyar
Nav û paşnav: Osman Mihemed El Xelef
Navê dayikê: Hûriye
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cihê û dîroka şehadetê: Terwaziye, 17 Tebax 2025

Navê Kod: Elî Şêr
Nav û paşnav: Muhened Xalid El Selûmî
Navê dayikê: Hebse
Navê bav: Xalid
Cihê jidayikbûnê: Til Hemîs
Cihê û dîroka şehadetê: Tel Hemîs, 14 Tebax 2025

(k)