Ji bo azadiya Rêber Apo wê li tevahiya Suriyeyê îmze werin komkirin

Înîsiyatîfên ku li Sûriyeyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kar dimeşînin, wê bi beşdariya akademîsyen, siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan, oldar û serokên eşîran, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan kom bikin.

Ji bo azadiya Rêber Apo wê li tevahiya Suriyeyê îmze werin komkirin
20 tebax, 2025   14:51
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan têkildarî kampanyaya “I Want to Visit Ocalan / ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê biki” ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan (27`ê Sibat 2025), û Pêngava  “Azadî ji Rêber Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” di 5`ê Hezîranê (2025) de ji aliyê Forma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) li ser asta navneteweyî hatibû destpêkirin, daxuyanî dan.

Daxuyanî li pêşiya navenda Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên her du înîsiyatîfan, hiqûqnas û parêzeran hate dayîn.   

Hevserokê Înîsiyatîfa Parêzeran Jibo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Emîn Niêmî daxuyaniya bi Erebî, Endama Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Rovend Xelef jî ya bi Kurdî xwend.

 Daxuyanî wiha ye:

“Em jî bi navê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo kampanyayê radigihînin, dibêjin ku em ê bi komek bijarte ya rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, çalakvanên mafên mirovan, serokên eşîran û kesayetên olî yên li Sûriyeyê re, heta ku kampanya bigihîje armanca xwe xebata xwe ya bênavber bidomînin.

Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re mijareke pir girîng e, ji ber ku ew di pêşvebirina jiyana hevbeş û xurtkirina nirxên aştî û demokrasiyê de li herêma me stûnek bingehîn e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ne tenê daxwazeke mirovî û exlaqî ye, di heman demê de ji bo dîtina çareseriyên radîkal a krîzên dijwar ên ku herêma me û cîhan pê re rû bi rû ne pêdiviyeke dîrokî ye.

Birêz Abdullah Ocalan, îspat kiriye ku ew xwediyê nêrîneke felsefî û mirovî ya bêhempa ye ku li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê tê avakirin. Bi ezmûn, têkoşîn û îsrara xwe, ew dikare krîzan ji mentiqê tundûtûjiyê veguherîne rêya maf, siyaseta exlaqî, danûstandinê û aştiyeke domdar a ji bo gelan.

Em daxwaza xwe ya rastîn a hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re eşkere dikin, em cardin diyar dikin ku ev hevdîtin îradeya bijarteyên Sûriyeyê ku di nav de akademîsyen, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîr û qebîleyan, kesayetên olî hene, nîşan dide.

Ev hevdîtin her wiha girîngiya herî mezin a bicîhanîna qanûna navnetewî û prensîba danûstandinê ye.  Ew jî wekî deriyekî çareserkirina pirsgirêka Kurd ku mifteyeke bingehîn ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan û xurtkirina rêya demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn e.

Li ser vê bingehê, em bang li raya giştî ya cîhanî û hemû rêxistinên navnetewî û mafên mirovan dikin ku bi awayekî lezgîn û bi baldarî bixebitin da ku azadiya fîzîkî ya fîlozofê demê Abdullah Ocalan, li gorî nirxên edalet, rûmeta mirovan û aştiyê, bi dest bixin.”

KOMKIRINA ÎMZEYAN ÎRO DESTPÊ KIR

Piştî daxuyaniyê berpirsên herdû înîsiyatîfan têkildarî komkirina îmzeyan agahî dan ajansa me û diyar kirin ku komkirina îmzeyan îro hatiye destpêkirin. Îmze wê heta 30’ê Tebaxê dom bike. Lê li gorî asta tevlîbûnê dibe ku ev dem were dirêjkirin.

Îmzeyên ku dê werin komkirin, wê pêşkêşî Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê, Konseya Mafê Mirovan a NY’ê, Rêxistina Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê werin kirin.

Li gorî agahiyên ku me ji însiyatîfan girtine wê kampanyaye 10 rojan dewam bike, îmze ji akademîsyen, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîr û qebîleyan, kesayetên olî îmze bên komkirin, dê name jî ji dezgehên navneteweyî re bên şandin.

(sb)

ANHA