QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanekî xwe ku di sala 2024`an de li Minbicê şehîd bûbû, aşkere kir.

QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkere kir
30 cotmeh, 2025   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku di sala 2024`an li Minbicê di encama bombebarana artşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanê QSD`ê Sîrac Minbic "sala 2024`an, li bajarê Minbicê bi lehengî li ber xwe da û di encama bombebarana balefirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû."

QSD`ê sersaxî bo malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna xeyalên şehîdan da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê kod: Sîrac Minbic

Nav û paşnav: Fîras Reslan

Navê dayikê: Mula

Navê bav: Abdullah

Cihê jidayikbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Minbic – 8`ê Kanûnê, 2024

(k)