QSD’ê nasnameya 4 şehîdên êrişên dewleta Tirk aşkera kirin

QSD’ê nasnameyên 4 şervanên ku 31’ê Gulanê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD’ê nasnameya 4 şehîdên êrişên dewleta Tirk aşkera kirin
3 hezîran, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagiker 31’ê Gulanê li gundên bajarên Amûdê û Til Hemîsê yên kantona Cizîrê nuqteyên QSD, erebeyên ambulancê û malbatên welatiyan bombebaran kiribûn. QSD’ê wê demê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di bombebaranê de 4 şervanên wê şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ku îro weşandiye nasnameyên 4 şervanên şehîd bûne aşkera kirin.

Daxuyanî wiha ye: "Dewleta Tirk a dagirker careke din îsbat kir ku dijberê hêviyên gelê me ku li ser xaka xwe bi ewlehî bijî ye. Dewleta Tirk hewl dide çi tevgerên gel ên ji bo demokasî û parastina sîstema xwe  ya Rêveberiya Xweser têk bibe, lew ra  di çarçoveya siyaseta xwe ya qetilkirin û wêrankirinê de nuqteyên leşerkî yên hêzên me û malên sivîlan dike armanc.

Dewleta Tirk a dagirker di dawiya meha borî de gelek nuqteyên me kirin hedef. Di encamê de hevalên me Bahoz Kobanê (Mihemed Hecî Ebdî),  Muhened Mihemed Ehmed (Botan Serêkaniyê), Îlan Efrîn (Mihemed Nûr Hikmet Reşîd) û Dilşêr Efrîn (Mihemed Hemîd Îbiş) şehîd bûn.

Heval çar hevalên me piştî rêwîtiya dem dirêj a têkoşîn û berxwedanê ya di nava refên hêzên me de, li ser erka xwe bûn şehîd bûn. Hevrê Bahoz Kobanê tevî ku nû tev li refên hêzên me bibû, lê mînaka şervanê bi dîsiplîn bû, erka xwe bi rêk û pêk bi cih dianî. Hevrê Botan Serêkaniyê xwedî berxwedaneke demdirêj a di nava hêzên me de bû, yek hêviya wî ew bû bajarê wê yê dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bibe, li ser vê armancê bi şev û bi roj dixebitî. Hevrê Botan di nava hevalên xwe de bi mirovê mîsyonên zehmet dihat binavkirin.

Hevrê Îlan Efrîn ji herêmên ku xelkê wê bi darê zorê ji malên xwe koçber bûme hatiye. Bi kîn û intiqama ji dijminê ku mal û xaka wê dagir kiriye, bi baweriya bi rizgarkirinê tev li refên hêzên me bû. Hevrê Îlan li hemberî dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke mezin raber kir. Di dan û standinên bi hevalên xwe re  dilnizim bû. Îlan li her derkê ku kar lê kir û di dilê her kesên ku wî nas kiriye de şopeke xweşik hişt.

Hevrê Dilşêr Efrîn ne zû de tev refên hêzên me bûbû. Pisporê şer dişopand. Pisporiya ku di perwerdeyê de digirt, bi zîrekî di şeran de partîk dikir. Hevrê Dilşêr şervanek bû ku ji dijmin neditirsiya. Bi pisporî tektîkên şer datanî. Xwedî kesayetek bi hêz bû û li eniyên pêşîn cih digirt. Her wiha rûken bû ku cihê xwe di dilê tevahî hevalên xwe de çêkir.

Em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên herçar şehîdan û ji tevahî şehîdan re dixwazin. Îsrara me ya tolhildana xwîna şehîdan ji dijminê xedar zêdetir dibe. Berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin û ewlehiya herêmên xwe biparêzin."

Agahiyên der barê nasnameyên herçar şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Bahoz Kobanê

Nav û Paşnav: Mihemed Ebdî

Navê Dayikê: Naz

Navê Bav: Hecî

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê-1998

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Gundê Hatimiyê-31-Gulan 2024

Nasnav: Botan Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Muhened Ehmed

Navê Dayikê: Zekî

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Serêkaniyê-2000

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Til Hemîs-31-Gulan 2024

Nasnav: Îlan Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Reşîd

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Hikmet

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Efrîn-2003

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Gundê Hatimiyê-31-Gulan 2024

Nasnav: Dilşêr Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Îbiş

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bavê Hemîd

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Efrîn-2000

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Til Hemîs-31-Gulan 2024.

(bb)

ANHA