Bi merasîmeke bi heybet şehîd Bahoz oxir kir

Bi sedan şêniyên kantona Firatê şervanê QSD’ê şehîd Bahoz Kobanê bi merasîmeke bi heybet oxir kir.

3 hezîran, 2024   16:10
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê cenazeyê şehîd Bahoz Kobanê (Mihemed Hecî Ebdî) bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li başûrê bajarê Kobanê spart axê.

Di merasîmê de ji rêveberên Komîna Şano ya Kobanê Leyla Ehmed axivî û got: "Ji Hakî Karer heta Mazlûman tenê yek dirûşma me heye ew jî berxwedan jiyan e. Em ê berxwedanê bi serketinê tacîdar bikin. Ne dagirker û ne jî  êrişên wê nikarin me tune bikin. "

Endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Elî jî soza rakirina tola şehîdan û parastina destkeftiyan da  û got: "Dewleta Tirk ev çend roj e careke din êriş dike. Lê dîsa jî îradeya me xurt e û tenê rêyeke me heye ew jî serkeftin e."

Li ser navê malbata şehîd Bahoz, Bekir Hec Îsa wiha axivî: "Şehîd, ji bo azadiya gelê xwe canê xwe dike mertal. Ew in ji bo mirovahî û aşîtiyê canê xwe feda kirin. Malbatên şehîdan xeta zarokên xwe dişopînin û ew jî ji bo vî gelî canê xwe feda dikin. Her şehîdek ji bo me rêya serkeftinê ye. Divê jî em xeta şehîdên xwe bişopînin. Di van kêliyan de dema em şehîdên xwe dispêrin axê, dewleta Tirk êriş Kobanê dike, lê wê serkeftin para me be."

Pişttre wesîqeya şehadetê ya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Derya Mihemed  ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Girseyê cenazeyê şehîd di nav dirûşma " Şehîd Namrin" de spart axê.

Şervanê QSD’ê Bahoz Kobanê (Mihemed Hecî Ebdî) 31’ê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Hatimiyê yê Qamişloyê de şehîd bû.

(sş-şx)

ANHA