Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya têkildarî êrişa li Kobanê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku balafireke bê mirov a bi çek li Kobanê erebeya wan kiriye hedef û di encamê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne.

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya têkildarî êrişa li Kobanê
3 hezîran, 2024   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet derdora 12.00’an li başûrê bajarê Kobanê erebeyek hat hedefkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov a bi çek  erebeya wan kire hedef û 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

 "Di berdewama êrişên sîstematîk a li ser herêmên me de, îro (duşemê 3’ê Hezîranê) saet 12.55, artêşa Tirk a dagirker a faşîst li bajarê Kobanê bi dronekê erebeyek hêzên me kir hedef. Di encamê de 2 endamên me birîndar bûn. Endamên birîndar bûne ber bi nexweşxaneyê ve hatin rakirin.

Ev êrişên li ser hêzên me peyameke zelal e, ku dixwaze hêzên me ji pêkanîna erkên xwe dûr bixin di vê demê ku wê hilbijartina şaredariyan çêbibin. Her wiha êriş yek rê li ber çete û sûcdaran vedike da ku ewlehî û aramiya herêmên me xirab bikin.

Ev êriş biryar û îradeya me zêde dike ku em ji her demê bêtir ji bo domandina civakek ewledar û aram bixebitin."

(bb)

ANHA