QSD`ê li Reqayê 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyand ku hêzên TOL 17`ê Îlonê li Reqayê 2 çeteyên şaneyeke DAIŞ`ê girtine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:
“Beşa operasyonên ewlehiyê yên Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) sêşemê (17`ê Îlonê) operasyonek li bajarê Reqayê li dar xist.
Hêzên me piştî ku agahî li ser endamên şaneyeke DAIŞ`ê û tevgerên wan kom kirin, bi operasyonekê bi ser cihê şaneyê de girt. Çeteyê bi navê Mihemed El Ruhd ê ji gundê Tirwaziyê yê bajarokê Silûkê yê bajarê Girê Spî yê dagirkirî û çeteyê bi navê Ehmed El Ruhd ê ji heman gundî, girtin.
Şaneya hatiye girtin, amûrên leşkerî û teknîk ji şaneyên din re peyda dikirin da ku êrişên terorîstî li dijî hêzên me yên leşkerî, sivîl û avahiyên xizmetguzariyê yên giştî bikin.
Em careke din destnîşan dikin ku operasyonên me yên ewlehiyê û leşkerî li dijî şaneyên DAIŞ`ê li tevahî herêmê berdewam in.”
(şx)