Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 10 şênî li Efrînê revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" li Efrînê 10 şênî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 10 şênî li Efrînê revandin
19 îlon, 2024   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên li Efrînê ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker 6 şênî li bajarê Cindirêsê revandine. 

Li gorî çavkaniyan navên kesên revandî wiha ne: Nebhan El Yusif, Îbo Yusif ên ji gundê Xalta, Hec Salih ê ji gundê Meraniyê, Mihemed Hesen Xorşîd û Sîvan Reşîd ên ji gundê Kûra û Mistefa Şikrî.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan her şeş kes birine girtîgeha Maratê ya li navenda bajarê Efrînê û ji bo serbestberdana her yekî 2 hezar dolar fîdye ji malbatên wan xwestine.

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê jî ragihand ku çeteyan beriya hefteyekê şêniyê bi navê Mihemed Henan (37) li pêşiya mala apê wî ya li taxa Eşrefiye ya Efrînê ber bi cihekî nediyar ve revandiye.

Beriya mehekê jî çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Dawûd (38) ê ji gundê Cela yê bajarê Recoyê ji maleke li nêzî mizgefta Bîlal a taxa Eşrefiye revandibû.

Her wiha çeteyan Mistefa Şaban (40) û Xelîl Şêx Sîdî yên ji gundê Badîna yê bajarê Mabeta yê Efrînê revandine.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên hovane li dijî xelkê Efrîna dagirkirî dikin ku digihêjin asta sûcên şer. Her wiha fişarê li şêniyan dikin, bacê li wan ferz dikin, direvînin û ji bo serbestberdana wan fîdyeyê dixwazin, mal û milkên wan talan dikin.

(şx)