Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan: Divê rayedarên Tirk bersivê bidin banga Ocalan

Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan bang li rayedarên Tirk kir ku bersivê bidin banga Rêber Abdullah Ocalan û bingehên qanûnî û siyasî ji bo vê yekê peyda bikin. Hate gotin "Êdî tu hinceteke Erdogan nemaye ku hêzên wî li Iraqê hebin û divê rayedarên Tirkiyeyê hemû hêzên xwe yên leşkerî ji bakurê Iraqê vekişînin.”

Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan: Divê rayedarên Tirk bersivê bidin banga Ocalan
1 adar, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan, têkildarî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyanê de hate gotin: “Tişta ku di vê nameyê de hatiye gotin, banga fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê, danîna çekan û têkoşîna siyasî ye. Guherînên lezgîn ên çêdibin, li hemû aliyan ferz dike ku siyasetên xwe di ber çavan re derbas bikin.”

Her wiha hate gotin: "Piştî ku Rêber Ocalan peyama aştî û hezkirina di navbera civakan de ragihand, êdî tu hinceteke Erdogan nemaye ku hêzên wî li Iraqê hebin û divê rayedarên Tirkiyeyê hemû hêzên xwe yên leşkerî ji bakurê Iraqê vekişînin. Heman tişt ji bo Sûriyeyê jî derbas dibe. Divê Tirkiye rêzê li serweriya welatên cîran bigire û daxwazên aştiyê yên birêz Ocalan pêk bîne û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji çareseriya leşkerî dûr bikeve.”

Însiyatîfê her wiha daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Iraqê û daxuyaniyên serokê Herêma Kurdistanê ku piştevaniya banga Rêber Abdullah Ocalan fikin, erênî nirxandin.

Însiyatîfê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li berpirsên Tirkiyeyê kir ku “bersiva banga Rêber Ocalan bidin û zemîna qanûnî û siyasî ji bo vê yekê peyda bikin û derfeta pêkanîna aştiyê di navbera gelên Kurd û Tirk de ji dest bernedin, ji ber ku ev yek rasterast bandorên erênî li ser Iraq û welatên cîran bi giştî dike.”

(k)