QSD′ê boriyên ji bo qaçaqciya sotemeniyê bo herêmên Şamê girtin

QSD′ê mîqdareke boriyên blastîkî yên ji bo qaçaqciya sotemeniyê ber bi herêmên hikumeta Şamê ve girtin.

7 mijdar 2023   17:44
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Di çarçoveya operasyonên berdewam ên ji bo têkoşîna li dijî qaçaqciyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di dewriyeyên xwe yên li ser deriyên çemê yên navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên hêzên hikumeta Şamê de mîqdareke boriyên ji bo qaçaqciya sotemeniyê bo herêmên hikumeta Şamê ve girtin.

Yek ji fermandarên QSD′ê Raman Hesekê got hêzên wan li van herêman operasyona dîsplînkirina qaçaqciyê da destpêkirin;  li herêma Cinîne, Hîsan, Mihêmîde, Zixêr, Kiber, Hermoşiye yên rojavayê Dêrazorê, herêma Cidêd Begara, herêma Cidêd Igêdat, Zîban, Ebû Hemam, Xeranîc û Baxozê yên rojhilatê Dêrazorê.

Raman Hesekê anî ziman ku ev herêm dikevin keviya çemê û borî li cihên cuda li van herêman dirêj kiribûn, lê bi hewldana QSD′ê ev borî hatin girtin û gelek qaçaqcî hatin girtin û radestî edaletê hatin kirin.

 ANHA