'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên Tebqayê bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'
'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'
'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'
'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'
'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'
'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'
'Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'
7 mijdar, 2023   17:54
TEBQA

Di çarçoveya çalakiyên pêngava cîhanî "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, Yekitiya Jinên Ciwan ên Tebqayê têkildarî banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Di meşê de bi dehan endamên yekitiyê û saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Tebqayê beşdar bûn. Meş ji pêşiya navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Cirniyê yê Tebqayê dest pê kir û ber bi navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve bi rê ket.

Li pêş navendê meş vegerî mîtîngê û li wir endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Îbtîsam El Elî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewlet û desthilatî hewl didin fikra Rêber Abdullah Ocalan tune bikin û fikra wî li ser plan û komployên xwe xeter dibînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin ku gelên ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in tên hedefgirtin. Êdî bes e ji bo tecrîdê û sûcên dewleta Tirk a dagirker, dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

 (mh)

ANHA