Li Qetenê yê Şamê cenazeya ciwanekî Durzî hat dîtin

Piştî du rojan ji tundiya mezhebî û kiryarên revandinê yên li dijî sivîlên gundên Cebel El Şêx ê Şamê, cenazeya ciwanekî Durzî li Qetenê hat dîtin.

Li Qetenê yê Şamê cenazeya ciwanekî Durzî hat dîtin
31 gulan, 2025   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku piştî du rojan têkiliya bi wî re qut bû û di dema aloziyên mezhebî yên li devera Qetenê ya li gundewarê Şamê de hate revandin, cenazeyê Mecid Hesen Kabol gihîşt gundê wî yê Irnê yê Cebel El Şêx. Cenaze li nava baxçeyekî li nêzî herêma Qetenê hate dîtin.

Mecid zarokê tenê yê malbatê ye û bavê zarokekî ye. Li gel wî li bajarê Qetenê dikana telefonan heye. Li gorî malbatê Mecid di kiryareke tolhildanê li ser esasê mezhebî hate qetilkirin. Beriya du rojan, piştî kuştina serikirdeyekî "Saziya Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê li Qetenê, bûyerên tundiyê derketin.

Piştî kuştina serkirde, xizmên wî xwepêşandan li dar xistin û siloganên mezhebî yên tehrîdê kirin. Ev xwepêşandan piştre veguherîn kiryarên tundiya bêserûber û dikanên bazirganiyên ên durziyan hatin armanckirin.

Li bajêr bi dehan sivîlên ji gundewarên Cebel El Şêxo bi şêweyekî bêserûber hatin revandin. Li gorî çavkaniyên xwecihî 10 sivîl hatin revandin, ji wan jî Mecid Kebûl hebû.

Çavkaniyan aşkera kir ku "Saziya Ewlekariya Giştî" di roja piştî bûyerê de 8 revandî berdan, lê aqûbeta Mecid û kesekî din nediyar ma. Piştre telefonek ji malbatê re hat ku cenazeya wî di nava baxçeyekê de hatiye dîtin.

Di wê tundiya mezhebî de, rêyên sereke yên ber bi gundewarê Cebel El Şêxo ve hatin girtin û desthilata Şamê li ser van bûyeran bê deng bû.

(fr)