QSD: Tirkiye berpirsiyara êrişên Tişrînê ye, divê civata navneteweyî ji bêdengiyê derkeve

QSDˋê diyar kir ku dewleta Tirk berpirsiyarê êrişên li dijî bendava Tişrînê, komkujiyan û zirarên ji ber wê çêbibin e. QSDˋê banga bihîstiyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.

QSD: Tirkiye berpirsiyara êrişên Tişrînê ye, divê civata navneteweyî ji bêdengiyê derkeve
16 ÇILE, 2025   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya QSDˋê wiha ye:

"Du roj e balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê ya başûrê Minbicê ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê û komên wê yên çete li bendavê ne hedef digirin. Heta vê kêliyê 6 sivîl şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne. 

Em vê êrişa hovane şermezar dikin. Berpirsiyariya xisarên ku ji ber êrişan li bendavê çêdibin dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan e. Her wiha ew berpirsiyarê tevahî sûcên şer ên li dijî welatiyên li herêma bendavê û herêmên din in jî.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku li hember sûcên Tirkiyeyê yên ku ev demeke li dijî gelê me pêk tîne û herî dawiyê li bendava Tişrînê komkujî pêk anîn, ji bêdengiyê derkeve."

(fr)