Dagirker gundewrê Til Temirê topbaran dikin

Di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê bakurê bajarê Til Temirê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.

Dagirker gundewrê Til Temirê topbaran dikin
16 ÇILE, 2025   16:38
TIL TEMIR

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El Eboş ê gundewarê bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Her wiha beriya saetekê jî dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê hedef girtin, di encamê de welatiyek şehîd bû û 10 jî birîndar bûn.

Duh jî dîsa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nobedarên li bendavê hedef girtibûn, di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn.

(fr)

ANHA